Ew kesên ku xizmên wan li herdu aliyên sînor hebûn çûnûhatina wan zêde bû. Her wiha çîrokên wan jî hebûn. Dewleta Tirk navê qeçaxçiyan li wan kiribû. Kesên diçûn serdana xizmên xwe bûbûn qeçaxçî.
Aslan Aslan
Nisêbîn...
Bajarê ku ez lê ji dayik bûm û lê mezin bûm.
Ev bajar li kêleka Qamişlo ye. Ango Nisêbîn û Qamişlo wekî ku tu sêvekê bikî du telaş. Xewn û xeyalên me jî wilo bûn. Di navbera me de tenê têl hebûn. Wan têlên rêsayî dilê me qelaştibû û ketibû navbera me. Lê ti carî nebûbû sînor di navbera me de. Nîvê zarokatiya me li ber wan têlan derbas bû. Di nava wan mayînên çandî de lîstikên me hebûn. Jixwe, ne karekî mirovên mezin bû ew têlên hatibûn danîn. Lewma jî ew der cihê lîstikên me bû. Her ji çendekî mayînek diteqiya. Geh zarokekî jiyana xwe ji dest dida, geh jî seqet dima. Kesên malê wan li ber têlan bûn, derba xwe ji wê parçebûnê xwaribûn. Herî zêde jî ew kes diêşiyan. Ber têlan bûbû navenda teqînan. Bi wan teqînan re dawiya wan mayînan hat, lê ew têl nehatin rakirin. Wan têlan bedena me parçe dikir û birînên kûr vedikirin.
Evînên dilpayîzî
Di nava stêrkên şevê de wê çawa wenda bibin
Evînên dilpayîzî.
Ma çîrokên evînperestan di tûrikan de têne veşartin !
Ev stran strana dengbêjên dilşewitî ye û didome...
Bifikirin ku nîvê malbata we li aliyê din maye. Aliyekî têlan bûbû binxet, aliyê din jî serxet. Em bûbûn serxetî, ew jî bûbûn binxetî. Lê em malek bûn. Zimanê me û gotinên me yek bûn. Dema ku dibû şev, şewqa Qamişlo li Nisêbînê dibiriqî. Dema ku li Nisêbînê dawetek hebûya li Qamişlo dihat bihîstin. Kesên ew têl danîbûn, ha wan digot, ev der sînor e. Lê sînor ji me re tinebû. Ma di navbera xwişk û birayan de sînor heye. Ma di nava bajarekî de sînor heye gelo?
Çûnûhatin û çîrokên wê
Dîsa bû req reqa sîlehan
Gurminiya ezman jî zêde bû
Baranê zorî dayê
Li aliyekî qêrîn
Li aliyekî bêdengî
Dibe ku dîsa venegerin...
Ew kesên ku xizmên wan li herdu aliyên sînor hebûn çûnûhatina wan zêde bû. Her wiha çîrokên wan jî hebûn. Dewleta Tirk navê qeçaxçiyan li wan kiribû. Kesên diçûn serdana xizmên xwe bûbûn qeçaxçî. Di derengiya şevê de ew çûnûhatin çêdibûn. Dema diketin ser rê nedihat zanîn wê careke din vegerin yan na. Telefon jî tinebûn ji bo tu agahiyê ji wan bigirî. Car caran ew kes li ser sînor ji aliyê neyarên xwe ve dihatin kuştin. Carinan jî seqet diman. Lê kesî dev ji wê riyê berneda. Ji ber ku wan dizanîbû ew ne li ser riyeke şaş in. Dema ku Dewlet pê dihesiya ew kes dibûn firar. Vê carê jî ji wan re digotin firarê dewletê. Em bi wan çîrokan mezin bûn. Li welatê xwe em kiribûn qeçaxçî.
Veqetandin bûbû para me
Piştre jî bêrîkirin.
Em bûn mişextiyên hev.
Şev jî bûbûn penaberên bêdeng.
Piştre jî mesela pasaportan derxistin. Ma mirov bi pasaportan diçe serdana Apê xwe. Kesên pasaporta wan hebû dikarîbûn biçin serxetê an jî binxetê. Piştî wê jî serdanên cejnê çêkirin. Çavê me li benda wan rojên cejnê dima. Ew roj jî kin bûn. Tenê du roj bûn. Ma hesreta salan wê çawa bi du rojan derbas bibûya.
Tu kêfxweşiya min bûyî di sibeha cejnan de
Wext jî bûbû demsala çavên te
Her ku tu dihatî, di nava dilê te de difiriyam
Roj diçû ava, lê me nekarîbû
biçin Rojava
Sal bi sal em hînî vê xerîbiyê kirin. Li bajar û welatê xwe em bûbûn biyanî. Jiyana li ber têlan bûbû kula dilê me. Kesekî ji derve dihat ecêbmayî dima û digot ev çi tişt e. Bawer nedikirin. Dilê wan têşiya û vedigeriyan. Lê em her tim li ber wan têlan bûn. Me nedikarîbû biçin û ne jî dikarîbû vegerin. Dema ku roj diçû ava ew têl derbas dikirin. Roj diçû ava, lê me nekarîbû biçin Rojava.
Kêliyek din wê roj biçe ava
Xeyalên me wê sînoran derbas bikin
Ev der cih û warê bîranînan e
Cihê ku evîn û evîndêr bi destên hev digirtin.
Ew têlên rêsayî tim û tim xencerek bûn li ser dilê me. Lewma jî her cara ku bêhna me teng dibû, me berê xwe dida ber têlan. Em li seranserê têlan dimeşiyan û dawiya wê nedihat. Heta ku xwîn nerijiyaba kesî bawer nedikir ew têl hene. Bimeş û bimeş li têlan biqelibe...
Li ber wan têlan stêrkan şewq dida
Ne şiverê têra gavê min kirin,
Ne jî rê têra rêwîtiya min kir...
Stranekê bêje;
Bila li ser sînor be.
Helbestekê bixwîne;
Ji dilê qeçaxçiyan.
Kulîlkan bide hev;
Li ber têlan.
Agirekî pêxîne;
Di şeveke reş û tarî de.
Xewnekê bibîne;
Li ser qesra stêrka…