Şair û dengbêjên Kurdistanê, şerbêj û stranbêjên Kurdistanê, ji ber ku dîwanxaneyên wan ji dest wan hatin girtin, ji ber ku gund û meydanên wan ji dest wan hatin girtin, karîbûn bi bernameyên kanalên televizyonên Kurdî, derfetên nû ji xwe re biafirînin da ku performansên xwe yên berê û repertuwarên xwe li wan deveran pêşkêş bikin. Ew bîhna çikandî ya qirik û bîra Kurdî, weke berê nebe jî, ji xwe re meydaneke nû peyde kiribû. Lê dewleta Tirk xwe li vê jî ranegirt û bi girtina van kanalên televizyonên Kurdî, ev meydan ji nû ve bi qedexeyên xwe û bi stemkariya xwe dagir kir. Îsmaîl Seyranoglû yê Colemêrgî bi şairiya xwe ya gelêrî yan jî bi navê xwe yê nû, bi dengbêjiya xwe di Van TV de bernameya “Selîqa Dengbêjan” çê dikir, got, girtina televîzyonên Kurdî bandor li dengbêjiyê jî kiriye. 

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû ku di Van TV’yê de bernameya “Selîqa Dengbêjan” pêşkeş dikir, lê Van TV bi Biryara di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Seyranoglu dibêje, bi saya bernameyê wan gelek dengbêj keşif kirine û girtina televîzyonên Kurdî bandoreke nerênî li dengbêjiyê bi xwe jî kiriye. 

 

Weke dergûşa dengbêjiyê gund 

Seyranoglû bal kişand ser dewlemendiya çanda Kurdî û got: “Dengbêjiya berê û ya niha cuda ye. Di nav a berê de tenê stran tine bûn. Tevî çîroka stranê, malik û metelok jî hebûn.” 

Seyranoglû, îfade dike ku di heman demê de dengbêjî veguhêziya dîrokeke devkî ye û dibêje: “Rengên Kurdî, motîfên Kurdî, navên Kurdî û gelek nirxên din bi wan stranan hatin roja me ya îro. Mixabin niha qîmeta dengbêjiyê ne wek berê ye û ji bo parastina wê, derfet kêm in. Bi taybetî piştî valakirina gundan, dengbêjî jî kêm bû. Çimkî, nêvengeke ku dengbêjî lê bê kirin, nema. Mirov ji warên xwe bûn û ji hevdu hatin veqetandin.” 


 KHK´yê derb li dengbêjiyê jî da

Seyranoglû dibêje, televîzyonên Kurdî yên bi KHK’yan hatin girtin ji bo jinûve zindîkirina dengbêjiyê şans û zemînekî baş bûn. Li gorî Seyranoglû, bi saya bernameya “Selîqa Dengbêjan” a di Van TV’yê de gelek dengbêj hatine keşifkirin. Seyranoglû dibêje, dengbêjiyê jî nesîbê xwe ji girtina televîzyonan wergirtiye. 

Seyranoglû dide zanîn ku wî dengbêjî ji bavê xwe Teyfûrê Lêwînî dewr girtiye û ew ê vê mîrateyê bidomîne. Seyranoglû wiha dewam dike: “Qethiyen, ez ê dev ji dengbêjiyê bernedim. Çawa mafê her kesî ye ku xwedî li çand, wêje û hunerê xwe derkeve, mafê me ye jî em xwedî li çand, wêje û hunerê xwe derkevin. Em deyndarê gelê xwe ne û em mecbûr in wî deynî bidin. Dibe ku rojên zor û zehmet li pêş me bin, lê rojên xweş jî nêz in.” 



MA / COLEMÊRG