Zimanzan Samî Tan ê ku ev bi salan e xebatên ziman di asta pisporî û akademîk de bi rê ve dibe, bal kişand ser girîngiya 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ji bo civaka Kurd û hin pêşniyaz kirin. Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamyayê de bi îmzeya Bîlal Guldem û Lezgîn Akdenîz hatiye belavkirin, Tan, piştî ku di têkoşîna ji bo zimanê dayikê de Kurdan weke pêşeng li Rojhilata Navîn bi nav dike, dixwaze ku her kes ji Malê dest bi Kurdî bike, kanaleke televizyonê ya ji bo perwerdehiya Kurdî bê vekirin û partiyên Kurdan zimanê xwe bikin Kurdî.
Tan, pêşniyaza telvîzyoneke tenê perwerdehiya zimanê Kurdî bide, kir û got: “Nebûna televîzyoneke Kurdî ya tenê xebatên zimanê Kurdî biweşîne û dersên zimanê Kurdî bide pirsgirêkeke mezin e. Divê televîzyoneke ku tenê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bide hebe. Roja wê hatiye ku kurd televîzyoneke perwerdehiyê vekin. Bi şeklê ew perwerdehî bi Kurdî be, di her mijarê de dikarin perwerdeyê bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN