
Welatiyên Kurd û dostên wan li Ewrûpayê li dijî hewldana qirkirinê ya dewleta Tirk a li Nisêbînê û hemû bajarên Kurdistanê her weha darbeya Qesrê ya li dijî HDP´ê bi çalakiyan protesto kirin.
VIYANA: Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina bêdengiya li pêşberî êrişên dewleta Tirk û ji bo silavkirina berxwedêran mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtîng li meydana Stephanplatzê pêk hat û bêdengiya Ewrûpayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Nisêbîn, Şirnex û hemû bajarên Kurdistanê hat şermezarkirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vir axaftin hat kirin û hat gotin, “Temaşekirina li bombekirina Kurdistanê, li talankirina çand û dîrokê, li qetilkirina gelê me û koçberkirina bi darê zorê, hevpariya vî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê endamên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û çep ên Elman (AntîFa) li dijî wehşeta AKP’ê meşiyan.
Êrîşên hovane yên çekdarên dewleta Tirk ên li Nisêbîn û Şirnexê, ji aliyê ciwanên Kurd û komên çep ên Elman ve bi meşekê hatin şermezarkirin. Ciwan pêr êvarê saet di 20:00 de li meydana Schloss a Stûttgartê civiyan, dirûşme gotin û berxwedana gel silav kirin. Bi qasî 120 kesên beşdarî meşê bûn, li dijî şer û tinekirina topyekûn a li dijî gelê Kurd bi destê çeteyên AKP’ê tê ferzdikin, dengê xwe bilind kirin.
HAMBÛRG: Ji bo li Nisêbînê komkujiyeke nû rû nede, li bajarê Elmanya Hambûrgê mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtîng li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li pêşiya stasyona trenê pêk hat. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç li vir axivî û bibîr xist, ku Nisêbîn bi balafirên şer tê bombekirin. Koç ji bo komkujiyên nû rûnedin, bang li raya giştî kir da ku bala xwe bide herêmê. Mîtîng bi gotina dirûşma “Bijî berxwedana Nisêbînê” qediya.
HANNOVER: Kurdistaniyên li Hannoverê, li ber stasyona trenê ya navendî civiyan û çalakiya xwedîderketina li Nisêbînê li dar xistin. Kurdistaniyan betalkirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê şermezar kir.
DARMSTADT: Li bajarê Darmstadtê, bi sedan kesên li meydana Luisenê civiyan, piştgirî dan Nisêbînê. Çalakgeran polîtîkayên qirêj ên artêşên AKP/Qesrê şermezar kir û dirûşma “Nisêbîn ne bi tenê ye” gotin.
Li balafirgehê çalakî
MARSÎLYA: Li bajarê Franseyê Marsîlyayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê û protestokirina helwesta Ewrûpayê bi taybetî ya Elmanyayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyeke hat lidarxistin. Ciwanan deriyê li pêşiya Konsolosxaneyê şikand û dirûşmên li dijî AKP/Qesrê gotin. Di çalakiyê de ciwanan bi heyeteke ji konsolosxaneyê re hevdîtin kir. Çalakiyê heta derengiya şevê dewam kir.
Danê êvarê jî welatiyan li balafirgehê dest bi çalakiyê kir û belavok belav kirin.
Çalakgeran piştî demekê dawî li çalakiya xwe anî û belav bûn.
STOCKHOLM: Operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê û darbeya li hemberî HDP’ê, li paytexta Swêdê Stockholmê doh êvarê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Komek ji Kurdistaniyan doh êvarê li kolana Drottnînggatanê li pêşiya firoşgeha H&M civiya û li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belavok belav kirin.
Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin ku ji bo destekkirina gelê li Bakur û HDP’ê, ew ê xwepêşandanên xwe dewam bikin.
Ciwan ji bo Nisêbînê meşiyan
PARÎS: Ciwanên Kurdistanî yên li paytexta Franseyê Parîsê jî ji bo Nisêbînê meşiyan.
Ciwanên Kurd li ser banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad daketin kolanan û li dijî wehşeta AKP’ê meşiyan. Ciwan pêr êvarê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya civiyan û bi gotina dirûşmên “Bijî berxwedana Nisêbînê”, “Bijî berxwedana YPS/YPS Jinê”, “Kujer AKP, terorîst Tirkiye” meşiyan.
Ciwanan di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û Ciwanên Azad hilgirtin û heta meydana Republiqueê meşiyan. Di axaftinên li meydana mîtîngê de hat gotin, “Çawa ku Kobanê û Şengal ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin paqijkirin, Nisêbîn û Şirnex jî wê ji çeteyên AKP’ê bên paqijkirin.” Ciwanan bang li her kesî kir da ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyan derkevin û destnîşan kirin ku ev hovîtî wê were şikandin.
Piştî mîtîngê ciwanan berê xwe da Birca Eifelê û çalakiya we li vir dewam kir. Ciwanan li ber Birca Eifelê belavokên li ser Nisêbînê û xwerêveberiyê belav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN