Her tişt weke hatiye plankirin dimeşe. Her kes dibêje hêzên dagirkeriya cîhanî dixwazin herêmê dîzayn bikin. Rêber Apo ev yek beriya her kesî got. Em hîn jî dibêjin. Dîsa pergala modernîteya kapîtalîst di serî de DYE û YE pirsgirêk û nakokiyên xwe li Rojhilata Navîn vala kirine û şerê cîhanê yê sêyemîn li dar xistine. Ev şer jî li herêmeke dûrî xwe li Rojhilata Navîn dan destpêkirin. Di vî şerî de kî dimre û kî dimîne, ku der xirab dibe, ne xema wan e. Lê dixwazin bi restorekirinê û bi ziyanek hindik xwe ji krîzê derxînin.
Lê herêm ne mîna sedsala 20’an e. Li hemberî vê dîzaynê hêzên li ber xwe didin hene. Yek ji wan dewleta Tirk û Îran e. Di netewe dewletê de israr dikin û dixwazin bi vê hişmendî û pergala kevin ya sedsala 20’an encamê bigirin. Ji bo wê her tişt dane ber çavên xwe. Hêza duyemîn jî hêza me ye ku em serkêşiya projeyeke nû dikin. Ev proje neteweya demokratîk e û di oxira wê de bi bedelên giran em li ber xwe didin.
Di vî şerî de hinek şah in, hinek wezîr û hinek jî piyon in. Niha dixwazin hêzên herêmê weke piyonan bi kar bînin. Lê kî jîr be û li xwe serwext be wê xwe weke piyon nede bikaranîn. Tam di vir de dewleta Tirk di bin desthilatdariya Erdogan ê dîktator de weke piyon ji her kesî bêhtir tê bikaranîn. Ji ber ku desthilatdariyê çavên wî tarî kirine.
Wer bawer dike ku bi karta Sunî û stratejiya fetihkirinê ya xwe dispêre têgeha mezheb, nijadperestî û dagirkeriyê dikarê di dîzaynkirina herêmê de bibe xwedî par. Ji bo vê plana xwe heya dawiyê xwe dide bikaranîn û xwe pêşkêş dike. Bi herdu hêzên mezin weke Rûsya û Emerîkayê re di hin mijaran de li hevdu kiriye. Li ser hesabê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ku cîhanê tevî çavên xwe jê re girtiye. Xwe mîna ku har bûbe li her derê diqelibînê. Xwe li Başîqa bi cih kir ji bo beşdarî operasyona Mûsilê bibe, ji wir berê xwe bide Şengalê. Dema ev yek jê re nehat qebûlkirin, niha hêzên xwe li Başûr kom dike ku vê zivistanê li ser Qendîlê operesyoneke mezin bike. Careke din ew hatin tehrîkkirin, hat li Cerablûsê bi cih bû. Ev jî kir ji bo ku li Rojava statuyek ji bo gelên Bakurê Sûriyê çênebe. Di encamê de ne beşdarî operesyona Mûsilê bû, ne jî ya Reqayê.
Dewleta Tirk ya dagirker niha ketiye çiravê, ji milekî ve di nava xwe de hemû hiqûq û qanûnên xwe binpê kirine, demokrasî bi dawî kiriye û heta girtina hevserok û parlamenterên partiyekê ku bi 60 parlamenteran di meclîsê de ye bigire, ketiye. Ji milekî ve maf û azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Ji milê din ve jî du xak, du dewletên wek Sûrî û Iraqê dagir kirine û dixwaze tê de bimînê. Lê ev ewqas hêsan nîne, ew ê çawa ji vê çiravê derkeve em ê di dema pêşiya me de bibînin. Bêguman ewqas hêsan nîne. Niha jî şantajê dike ku bi rengekî ji rengan di operasyona Reqayê de cih bigire. Lê qet hay ji xwe nîne çawa tê bikaranîn û çi li pêşiya wê ye.
Em di wê baweriyê de ne ku hemû gelên li Sûriyê û Iraqê wê li dijî vê dagirkeriyê di nava berxwedanê de bin û wê nepejirînin. Di dawiyê de wê mîna Sedam ku çawa li ber sêdarê jî bawer nedikir ên ku ew kirin cenawir çawa wî bi dar ve dikin, ew ê jî mîna Sedam di dadgehên navneteweyî de bi sûcê şer were darizandin. Em ê hemû bi hevdu re van rojan bibînin, tenê bila gel û civak ji xwe bawer bin û berxwedana xwe xurt bikin, misoger serkeftin a gelan û civakan e ku jiyana hevbeş ji bo xwe kirine bingeh.