Li herêma Çukurovayê bi 100 hezaran Kurdên ku ji gund û warên xwe dehl. rez, pez û malên xwe hiştine û koç kirine dijîn. Kurdên ku ji ber zilma leşkeriyê mal û warê xwe hiştine û nêzî 20 salin li herêma Çukurovayê di xaniyên xerabe û konan de dijîn di nava şert û mercên herî giran de dijîn û debara xwe dikin. Ji Kurdên ku warê xwe û serweta xwe hiştine û hatine li Edene, Mêrsîn, Hatayê bi cih û war bûne herî zêde jin zor û zahmetiyê dibînin. Jinên ku bi piranî jiyana wan di nava kar de derbas dibe, sal 12 mehan karê zeviyan dikin. Jinên ku ji rojhilat heta rojava di nava zeviyan de dixebitin dema êvaran tên malê jî karê xwarin, şuştina cilan û firaxan dikin. Jin di demsala havînê de di nava doz, germ û xwîdana havînê de kartol, fireng, xiyar û îsotan kom dikin. Divistanan jî di nava herî û sermayê de kelem, gîzer, tivir û gelek karên din ên zeviyan dikin. Jinên ku ji bo debara malbatê neçarin bixebitin, li gel karê zeviyan bi şev jî karên malê dikin û pir zahetiyên giran dijîn.


Ji bo 29 lireyan dixebitin

Wekî hemû herêma Çukurovayê li navçeya Tarsûsa Mêrsînê jî jin havîn û zivistanan di nava zeviyan de dixebitin. Jin havîn buhar payiz û zivistanê ji rojhilat heta rojava di nava zevian de dixebitin. Dayika 4 zarokan Ayşe Yildirim (49), diyar kir ku we her sibe saet di 05.00'an de ji xew radibin û heta êvarî rojava li gel baran, ba, germa û hemû zahmetiyên xwezayê di nava zeviyan de dixebitin. Yildirim, anî ziman ku ji bo xatirê yomiya 29 lirayan zahmetiyên gelek giran dijîn û wiha got: "Em bi roj di nava zeviyan de karê giran dike. Dema em diçim malê jî em karê malê dikin. Em xwarin çê dikin, cilan û firaxan dişon. Em di nava zeviyan de di bin baranê de dixebitin. Em di nava serma û heriyê de dixebitin. Havînan jî em di nava toz û xwîdanê de dixebitin. Em ji bo xatirê 29 lîrayan îşkenceyê dijîn. Niha 2 zarokên min zanîngeh xelas kirine jî kar bi destê wan nakeve. Hikûmeta AKP'ê tenê alîgirê xwe dixe kar û yên din jî betal dihêle."
Yildirim da zanîn ku zakên xwe di nava zor û zahmetiyên mezin de dan xwendin û niha li gel zanîngeh xelas kirine vala ne.

'Em di nava heriyê de dixebitin'

Welatiya bi navê Ayşe Aktaş (52) jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê û AKP'ê neçarin ku karê herî zahmet bikin û wiha got: "Em di nava zeviyan de bi kedek mezin û erzan dixebitin. Ewlehiya me ya tenduristiyê tune. Ji bo em debara xwe bikin û bijîn em karê herî zor û zahmet dikin. Erdogan bê şerm diçe mirovan bi torbeyê makarna dixapîne. Erdogan ji bo dengekî me bi torbeyekî makarna dixapîne. Lê ez dê karê zor bikim û dengê xwe nadim wan. Erdogan li mala xwe li keyfa xwe dinere em jî di nava rezîl û zahmetiyên giran de di nava herî û sermayê de karê dijwar dikin.
Jina bi navê Remziye Guçlu ji heman tişt anîn ziman û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Guçlu da zanîn ku her roj heta saet 18.00'an di bin baranê de dixebitin û keleman paqij dikin. 

DÎHA/MÊRSÎN