Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, PAJK, Navenda Parastina Gel, KONGRA GEL û Kobamalên Ciwan peyamên pîrozbahiya salvegera 36’emîn damezrandina PKK’ê dan.  Di peyaman de PKK mîna afirîner û temînata jiyana demokratîk û azad hate nîşandan. Di peyaman de bang li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir ku di xeta polîtîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bibin yek û têkoşînê xurt bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Em salvegera damezrandina partiya xwe ku cejna ji nû ve vejînê ye, li Rêber Apo, hemû rêhevalan û gelê xwe pîroz dikin. Em şehîdên xwe ku partiyeke mezin a mîna PKK’ê anîne vê rojê, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê veguherandine partiya pêşeng, bi mînetdarî û rêzdarî bibîr tînin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK xwedî rêbazeke di şert û mercên zehmet de têdikoş e û bi ser dikeve ye û ev tişt hat destnîşan kirin: “PKK, ji bo di nava mercên zehmetiya zehmetê e şoreşa gelê Kurdistanê pêk bîne, derket ser dika dîrokê. PKK’ê bi têkoşîna xwe ya li ser vê bingehê re, îro li çar parçeyên Kurdistanê bûye afirîner û temînata jiyana azad û demokratîk a tevahiya gelên me.”
KCK’ê diyar kir ku şoreşa gelê Kurd a li rojavayê Kurdistanê, berxwedanên li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê rewşa têk neçûna rêbaza têkoşîna PKK’ê raxistiye pêş çavan û ev tişt hat gotin: “Ji ber ku li van hemû qadan, kesayet, nasname û rêbaza têkoşînê ya Rêber Apo daye PKK’ê, pêşengiyê dike. Têkneçûyîna vê rêbazê careke din îspat bûye.“

Daxuyaniya KCK’ê bi vê bangê bi dawî bû: “Em bang li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin ku di xeta felsefîk, îdeolojîk, teorîk û polîtîk a Rêber Apo de bibin yek û têkoşînê bilind bikin.” 


PAJK: Meşa azadiyê didome
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û 36’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çîroka rêwîtiya komeke bi bîr û bawerî, îro bi milyonan kesî re bi meşa azadiyê ya ku can dîtiye de berdewam dike. Em hemû şehîdên xwe yên ku xeta qehremantiya PKK’ê û berxwedaneke destanî afirandine bi rêz bibîr tînin. Em soza xwe ya ku her tim şopdarê wan bin dubare dikin.”
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku hewldan û lêgerîna azadiya jinê ya PKK’ê, yekem cihê ku rabûna ser piyan temsîl dike û qadeke azadiyê ya di nava demê de wate qezenc kiriye. Di dawiya peyamê de wiha hate gotin: “PKK îro li Kobanê navê serkeftinê li Şengalê navê hêviyê ye. Ewlehiya yekîtiya neteweyî ye. Tesîskirina jiyanek civakî ya wekhev-demokrat-azad  tê armanckirin û hêza ku çareseriyê pêk bîne ye. Em careke din vê roja pîroz a ku cejna vejînê û jiyana nû ye pîroz dikin.”

‘Em ê bi serketinê tacîdar bikin’
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. NPG’ê diyar kir ku berxwedan PKK’ê ya bi têkoşîna bênavbera a 36 salan û bi keda gelekî mezin hat hûnandin û dem hatiye ku ev têkoşîn bi serkeftinekê werê dacîdar kirin.

Fermandariya Biryargehê da xuyakirin ku her sala dîroka PKK’ê, ji berxwedanên destanî re şahidî kiriye û ev tişt hat destnîşankirin: “PKK a ku bi vîna xwe ya cewherî û bêguman bi desteka bêhempa ya gelê me hat heta roja îro, weke parêzvanê qewîn ê edalet, demokrasî û azadiyê, bûye nûnerê rastî yê nirxên mirovahiyê. Di têkoşîna îro ya li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê ya li hemberî faşîzma DAIŞ’ê de PKK rola pêşeng dilîze, di serî de Kobanê li gelek herêmên Rojava û başûrê Kurdistanê têkoşîna PKK’ê ji hêzên berxwedêr re bûye çavkaniya îlhamê.”


Dîroka têkoşîna destanî ye
Hevserokatiya KONGRA GEL 36’emîn salvgera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Hevserokatiya Kongreya Gel daxuyaniyek nivîskî da û 36’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de  hat diyar kirin ku salvegera damezrandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo û li hemû qehremanên ku ditêkoşînê destanî de cih digirin, gelê fedekar, dostên Kurdan pîroz be.
Daxuyaniya Kongre Gel wiha berdewam kir: “Di roja îro de li dijî pergala navneteweyî û herêmî ya ku hebûn û mafên gelê Kurd red dike de, divê niha bi pergala civakî ya alternatîf re statuya Kurdên azad bên qebûlkirin. Şoreşa rojava jî eve. Bi pergala modernîteya demokratîk ya ku wek alternafîta li dijî pergalên cîhanê hat afirandin re, li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji gelê bindest re hêvî ava kir.” Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew salvegera 36’emîn a PKK’ê di geşedanên dîrokî de pêşwazî dikin û  hat gotin ku qedexeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên li dijî PKK’ê êdî bê wate bûne. 

‘Ciwan divê tevlî PKK’ê bibin‘

Koordînasyona Komalên Ciwan bi munasebeta 36’emîn salvegera PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku 36 sal berê komeke xwendekaran li Enqereyê li dijî qirkirinên fîzîkî û çandî yên li Kurdistanê dihatin kirin xwe rêxistin kirine û berê xwe dane Kurdistanê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de  wiha hat gotin: “Îro jî li Şengalê, li Kobanê bi berxwedanên xwe li rojeva hemû cîhanê rûniştiye. Bûye deng, hêviya hemû gelên bindest û yên tên mêtin. Li ser van esasan em ciwanên Kurd divê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin û bi ruhê 6-7’ê Cotmehê her derê bikin Kobanê û bibin ji kesên ku dîrokê dinivîsin. Divê hemû ciwan biherikin qadên PKK’ê.”


 NAVENDA NÛÇEYAN