Jina bi navê Efaf Hecî Izo kevneşopiyên paşverû ku li pêşiya jinan dibûn bend şikandin û xwe fêrî temîra amûrên elektrîkê dike û bûye pispora vî karî.

Efaf Hecî Izo ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye, beriya 17 salan zewiciye û dayika 3 zarokan e. Efaf di warê temîra amûrên elektrîkê de kar dike û ji bo vî karî pêk bîne, dikanek vekiriye. Efaf cilşo, sarinc û gelek amûrên midbaxê temîr dike û şebekeyên elektrîkê yên malan jî dirêj dike.

Piştî ku Efaf bû pispora vî karî, di nav şêniyan de navdar bû, biryar da ku ciwanan fêr bike. Heta niha 7 ji wan piştî qedandina perwerdeyê, dikan vekirine.

 

 ANHA / TIRBESPIYÊ