Xwendekarên beşa Tenduristiyê ya Zanîngeha Haranê ji bo zimanê xweyî zikmakî hîn bibin li KURDÎ-DER'ê perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin. Nêzî 35 xwendekar di nav xwe de 2 pol ava kirin û hefteyê rojekê perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin. Xwendekaran gotin ku ne tenê xwendekarên beşa tenduristiyê bila li hemû beş hînî zimanê Kurdî bibe û xwestin di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê dayika xwe biaxivin. Mamosteyên zimanê Kurdî û xwendekarê beşa tenduristiyê bi navê Rewah Çankaya got ku ji bo hînbûna zimanê Kurdî hefteyê rojekê tên KURDÎ-DER'ê û hînî zimanê xwe dibin û wek ciwanên Kurd xwe bi rêxistin dikin. 


Coş û kelecana hînbûna Kurdî 

Çankaya anî zanîn ku li Kurdistanê divê êdî zimanê Kurdî belav bibe û li her deverê Kurdistanê bêaxaftin. Çankaya bi lêv kir ku armanca wan tenê ne zimanê Kurdî ye, bi zimanê Kurdî re jiyana nû de ava bikin û wiha axivî: "Ev xebatên me par me dest pê kiribû. Îsal jî me kir du pol. Asta yekemîn û asta duyemîn perwerdehiya me bi coş û bi kelecana hînbûna zimanê Kurdî didome. Em wek ciwanên Kurd em jî di bin desthilatdarî û mêtingeriya tirkan de mane. Mixabin zimanê tirkî jî bandor li ser me kiriye. Em êdî nahêlin zimanê me paşve biçe û em ê li zimanê xwe, çanda xwe, nasnama xwe û hunera xwe xwedî derkevin." 


Ji bo xizmeta bi Kurdî

Xwendekarê bi navê Ozgur Bîngol ê beşa Tenduristiyê dixwîne jî diyar kir ku armcanca wan a herî mezin hînî zimanê xwe bibin û wek xebatkarên tenduristiyê bi zimanê gel ji wan re xizmetê bikin. Bîngol da zanîn ku li ser erdnigariya Kurdistanê divê her kes hînî zimanê Kurdî bibin û wiha pê de çû: "Berî her tiştî ziman tê. Dema zimanê mirov tune be, mirov jî tune ye tu carî jî wekî netewe nayên hesibandin. Ji ber vê yekê em wek ciwanên Kurd her çiqas jî em dereng mabin jî dîsa em hînî zimanê xwe dibin. Ji bo pişeyî ya me jî bêguman bê zimanê Kurdî jî qet nabe. Divê di jiyana me ya rojane de jî her tim mirov bi zimanê xwe biaxive."


Kobanê nîşan da ka çiqas girîng e  

Bîngol got ku kêmasî û hewcehiya zimanê Kurdî di berxwedana şerê Kobanê de dema koçberên Kobanê hatibûn Pirsûsê de dîtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me kêmasiya zimanê xwe bi rastî dema koçberên Kobanê hatin Pirsûsê me dît. Em jî tenduristvan çûn Pirsûsê û ji bo welatiyên Kobanê xizmeta tenduristiyê li konbajaran da. Lê mixabin gelek hevalên me ji ber ku Kurdî nizanîbûn me baş ji hevdu fahm nedikir. Ji ber vê yekê gelek hevalên me jî hatin vê derê û tevlî perwerdehiya me bûn. Bi rastî em jî gelek kêfxweş bûn. Her wiha dema em bi dildarî derdiketin gundên Rihayê jî me vê pirsgirêka didît. Em dixwazin li hemû beş û pişeyan vê xebatê bidin destpêkirin."

Xwendekara bi navê Yekta Karakoç pola 6'emîn a doktoriyê dixwîne der barê perwedehiya zimanê Kurdî ev tişt anî ziman: "Ev perwedehiya ji bo xwedî derketina zimanê Kurdî ye. Ez jî wek jinek Kurd li zimanê xwe xwedî derdikevim û dixwazim hînî zimanê xwe bibim û jiyana xwe bi zimanê xwe bijîm. Ji bo gelê Kurd demek pir girîng de ne û di pêvajoya gava xwedî derketinê de ye. Divê hemû ciwan û jinên Kurd li ziman, nasname, ax, av, erdnigarî û li xwe xwedî derkevin. Beriya her tiştî divê em li Kurdistanê xwedî derkevin. Ger ziman tune be netew jî tune ye, netew tune be mirov jî tune ye. Jiyan bi Kurdî xweş e."


MEHMET SIDDIK DAMAR/DÎHA/RIHA