Berê li Rihayê 150 hoste hebûn ku bi eyar û çerman emel dikirin. Lê belê niha tenê 2 hoste mane. Hosteyan diyar kir ku êdî kes destekê nade wan û ji ber vê hindik maye karê wan bi temamî biqede.
Mehmet Karaca yê ku ev 35 sal in li Tabakxaneya Rihayê bi çerm û eyaran emel dike, diyar kir ku karê bav û kalan li ber nemanê ye. Karaca, diyar kir ku piştî bitesîrbûna krîza aborî, pirsgirêkên wan zêde bûne û heger wisa dewam bike êdî wê nikaribin ti karî bikin.
Sinhet e lê têr nake
Karaca, bilêv kir ku ew çerman paqij dikin û bi van çerman def, erbane û bendiran çêdikin. Karaca, diyar kir ku berê 100-150 dikan hebûn li Rihayê yên ku bi vî karê eyar û çerman emel dikirin, lê belê niha ew bi tenê du kes in. Karaca, anî ziman ku bavê wî ev kar hînî wî kiriye û ew jî hînî zarokên xwe dike: “Lê belê zarokên min dibînin ku em ê vî karî nekin. Mafdar in, ma karekî ku meriv têr neke, mirov çima bike. Ji ber karê min e, ez dikim, ya nan pê debara mirovan nabe. Karê dikim sinhet e.”
Karaca, diyar kir ku divê şaredarî destekê bide wan, lê belê şaredarî vê nake.
Karaca, destnîşan kir ku ji bo ev pîşe mayînde be, divê bê bipêşxistin û got, “Qaşo alîkariya me dikin. Şertê mekînebûnê didin ber me. Lê ji ber karê me karê destkariyê ye, em ê çi bikin. Dewlet destekê nade destkariyê, dide mekîneyê. Heger wisa dewam bike, ev pîşe wê bi temamî biqede. Li Tirkiyeyê kêm kes vî karî dikin.”
MA / RIHA