ERDOGAN ALTAN / MA/SILÊMANÎ

Tevî ku hejmara peşmergeryên li Zînî Wertê hatibûn bicihkirin, hat kêmkirin jî bi temamî nehat vekişandin. Li gorî agahiyan, biryara YNK’ê ya vekişandina pêşmêrgeyan ji aliyê PDK’ê ve nehatiye qebûlkirin.

Pêşmergyên ku bi hinceta vîrûsa koronayê li herêmê hatibûn bicihkirin, li gel nerazîbûna hunermend, ronakbîr, nivîskar, partî, rêxistinên sivîl û gelê herêmê yê kurd jî bi temamî nehatin vekişandin.

Pêşmergeyên ku di meha gulanê de li herêmê hatibûn bicihkirin, beşekî wan ji qadê hatin vekişandin. Lê hêzek e ku ji 30-40 pêşmêrgeyên Hêzên Bejahî yên Lîwaya 7’emîn ku pêşmergeyên PDK û Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî di nav de cih digirin, hê jî li qadê ne. Çekên giran ên ku li Qendîl û Karoxa herêmê hatibûn bicihkirin jî hatin vekişandin. Dîsa weke berê hêzên YNK’ê mayîna xwe ya li herêmê didomînin.

Li gorî agahiyan, di civîna dawîn a Polîtburoya YNK’ê de biryar hatiye dayîn ku hêzên ku mane jî ji Zînî Wertê bên vekişandin. Biryar ji berpirsyarên pêşmêrgeyan re jî hatiye ragihandin. Lê berpirsyarê girêdayî Wezareta Pêşmêrgeyan, ji YNK’ê re ragihandiye ku dê hêzên xwe yên mayîn ji Zînî Wertê venekişînin û gotiye ku fermana vê yekê jî li şûna wezaretê ji KDP’ê girtine.