Ekîpa Teatra Jiyana Nû, lîstîka xwe ya “Tenê Ez” ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven, pêşkêş kir.
Ekîpa Teatra Jiyana Nû, lîstîka xwe ya şanoyê ya bi navê “Tenê Ez” li Amedê pêşkêş kir. Lîstîka Kurdî ya li Şanoya Bajarê ya Amedê hat pêşkêşkirin, rastî elaqeyeke mezin a xelkê bajêr hat. Performansa lîstikvanên şanoyê jî hat ecibandin.
Lîstikvanan diyar kir ku ew lîstîka xwe diyarî dikin ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ev 66 roj in li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
JINNEWS / AMED