Ji Fermandarên YBŞ‘ê Dijwar Feqîr wiha dewam kir; “Hemleya me heya niha bi awayeki serkefti berdewam dike, heya gunde Sikêniyi û Xeyala ya girêdayi Şengalê hatine. Heya niha em li gori plansaziya hatiye danîn pêş diçin. Gunde Sikêniyi , Xeyala û tevahiya başûrê çiyayê Şengalê heya niha hatiye rizgar kirin. Ji bo vê hemleyê demeki dirêj bû me plansazi kiribû, cara yekeme bi temami çeteyên DAIŞ’ê ji çiyayê Şengalê tên qut kirin. Ji vir pê de ger ku çeteyên DAIŞ‘ê ji gunde Mediban bigire heya Cidalê êrişê çiya bikin wê rasti berxwedana şervanên me YBŞ/YJŞ’ê werin.”
Feqir li ser pêşwazi kirina vê pêngavê ji aliyê gele Êzîdî ve wiha vegot: “Vê pêngavê heyecanek mezin xistiye nava gelê me. Bila gelê me û her kes bizanibe, ji bo xaka me were rizgar kirin û tola xwe hildin wê kesek nekaribe pêşiya me bibe asteng.”
‘Tenê gelê me piştgiriya me dike‘
Fêqir li ser pirsa kê alikariya wan kiriye di vê pêngavê de wiha got: “Yên ku alikariya me kirine gelê me ye, dayikên me îro ji bo şervanên xwe, ji bo keç û ciwanên xwe hatine di çeperan de xwarinê çêdikin.Heya gelê me pişta me be wê ti hêz nikaribin hêza me bişkine.”
ROJNEWS / ŞENGAL