DÎLAN KARACADAĞ
Ronî Battê bi Kurdî û Tirkî karîkatur tesewur dike û xêz dike. Min serê pêşî tenê Kurdî di karîkaturên wî de dît, piştre jî Tirkî. Lê rastî ne weke vê bû, wî pêşî di kovarên mîzahê yên weke Leman û Paspasê de karîkaturên bi Tirkî tesewurkirî weşandin. Kêfa wî nayê ku hema pesnê wî bê dayîn ji ber ku karîkatûrek bi Kurdî tesewur kiribe, bi ya wî rexneyên ji dil çêtir in, lewma bi kêra xwebipêşxistinê tên.
Ew dibêje, ji dema ku ew bîrewer e û vir ve her xêz dike. Bi destpêka dibistana destpêkê re, ji ber ku ji bo sererastkirina diranan hin aparatên ecêb pê ve bûn zarokan xwe jê dûr digirt; ha hingê ew dest bi xêzkirinê dike. Lê xêzkirina karîkaturan 14 saliya wî diçe serî; ji bo rojnameya dibistanê û armanca wî jî ew bû bileksê dibistana destpêkê li dibistana amadeyî jiyana wî civakîtir be. Bi ser dikeve û ew dibe mupteleya xêzkirinê. Ji bo zanîngehê gava diçe Stenbolê karên wî pêşî amator tên weşandin û paşê ji kovarên mîzahê yên weke Leman, Paspas re xêz dike. Ew niha jî ji Gazete Duvar û Zrîng re xêz dike.
Karîkatur û rastiya siyasî ya coxrafyayekê
Bi karîkaturên xwe ew çîrokên mînîmal dibêje: “Çaxê zarok bûm daimî dibûm şahidê tiştên ecêb ên ku min mane nedida wan, lê ji ber ku hingê nedihatin vegotin, min jî bi xeyala xwe bi awayekî bi temamî guhertî ew şirove dikirin. Gava ez mezin bûm ez bi vê hisiyam. Ew ecêbî rastiya siyasî ya coxrafyaya me bûn, bawer dikim gelek zarokên din jî weke min bi vê rewşê re rûbirû bûn. Lê belê ji bo vegotina van çîrokan zêde firsenda min çênebû hîna. Karîkaturan ne ji bo van lê ji bo wan henekên tên bîra min ez bi kar tînim. Bi xêra karîkaturan ez ya komîk radigihînim ez wê hildiberînim û bi vê jî kêfa mirovan tînim.”
Di warê ziman de xwe sînordar nakim
Li ser Kurdî û Tirkîbûna karîkatura xwe jî ew dibêje, “Ya rastî tevî jiyana min bi Kurdî jî bû, min demeke dirêj bi Tirkî xêz kir. Rojekê ez li kovara Lemanê bûn, min şev li xwe dikir sibeh; karîkaturek hate hişê min û Tirkiya wê nebû. Piştre min karîkaturên bi wî rengî zêde kirin û di ser medya civakî re min hesabekî bi navê Hestû vekir û di ser wî hesabî re ew parve kirin; mirovan jî

eciband. Piştre min dest pê kir bi Kurdî jî xêz kir. Min ev bire heta bi anîmasyonên kurt jî. Lê di warê ziman de ez hewl didim xwe qet sînordar nekim. Bi kîjan zimanî espiriyek bê bîra min, ez wê xêz dikim. Li cem hin mirovên bi Kurdî hildiberînin hizreke wiha heye; ‘Çi dibe bila bibe ji bo xwedîderketina li Kurdî, hilberîna bi Kurdî.’ Ev yek çi tîne bîra min, weke ku Kurdî zimanekî mirî be û hewl didin wî zindî bikin. Nexêr, Kurdî hîna jî zimanekî pirr zindî ye, û sedema pirsgirêkan nebûna perwerdehiya zimanê bi dayikê ye. Tenê ji bo ku bi Kurdî be hilberîna tiştekî bi min gelekî kelevajî ye, bi heman rengî erêkirina karekî tenê ji ber ku bi Kurdî ye jî kelevajî ye. Gelek mirovên bi Kurdî hildiberînin ji ber vê hizrê xwe nagihînin girseya xwe û nikarin rexneya hilberîna xwe bikin, we bi pêş bixin.”
Îro bi xwediyên wan xêzan re kar dikim
Ew armanca xwe ya çêkirina karîkaturan jî wiha rave dike: “Gelek tişt, lê esas ez dixwazim mirovan bidim kenandin û wan aram bikin; balê bikişînim ser meseleyekê û bîreke xezan biafirînim. Esas wilo xeteke min a yek û rast di meseleya armancê de nîne.”

Pîne’ya zaroktiyê û xêzkirinên wî yên îro di Zrîngê de gihiştine hev. Ji bo vê jî ew dibêje, “Çaxê ez zarok bûm, bavê min ji van kovaran dikirrî, tanîn malê min jî li xêzên wan bi dîqet kolabû. Niha mezin bûm û îro bi xwediyên wan xêzan re di heman kovarê de xêz dikim, ew min gelekî bextewer dike. Zrîng bi rêûresma ji kovarên beriya niha bipêşvebireke serketî ye. Xêzkerên hoste çîrok û karîkaturên serketî xêz dikin. Bi ya min bi xêra xwînerên vê kovarê li cem Kurdan rêûresmeke xêzeroman û anîmasyonê jî dikare bi pê keve.”
Ew jî cihê xwe di nava vê rêûresmê de dibîne, lê pêşî dixwaze xwendina xwe ya mîmariyê biqedîne.
Ronî Battê kî ye?
Sala 1995’an li Batmanê hatiye dinê. Bi eslê xwe Midyadî û Torî ye. Niha li Stenbolê mîmariyê dixwîne û ji bo Gazete Duvar û Zrîngê xêz dike.