Nivîkarê Îspanyolî Marquez rastî û xwen kirin zik hev û ji me re çîrokên qet me nedixwest biqedîn vegotin. Pênûsa wî bi efsûn, peyvên wî bi sêhr bûn. Jiyana pêldar a Emerîka ya Latîn di ristên wî de bi hêmayên fantastîk re civiyan.

Marpuezî şahesera rastiya efsûnî ‘Tenêtiya sedsalî’ di 18 mehan de her rojeke bi 6 pakêt çixare de qedand.

Pirsa nuçegihanekî ku jê dipirsî ‘Te Tenêtiya sedsalî di çiqas wextî de nivîsand?’ wiha bersivandibû: “Min emr belqitand”

Beriya tam 50 salî Tenêtiya sedsaliya ku li Mexico City hatî nivîsandin û li Buenos Airesê hatî weşandin di 30’ê Gulan a 1967’an de hilberî. Romanê ne tenê têsîr li wêjeya Emerîka ya Latîn kir di heman demê de têsîr bi giştî li wêjeya cîhanê jî kir. Li 30 zimanî hate wergerandin û ji 50 milyon nûsheyî zêdetir hate firotin.

Rojnameya New York Timesê ev pirtûk wiha pênase dikir: “ Ji bo tevahî mirovahiyê piştî ’Ahîta Kevn’ yekemîn berhema wêjeyî ya ku were xwendin ne.”

Nivîskarê pirtûka ‘Serdestpêka Gabriel Garcia Marquez’ û rexnegerê wêjeyê Gerald Martin dibêje ku ji ber Tenêtiya  sedsalî di navbera salên 1950 û 2000’î de li hemû welatên cîhanê xwe gihandiye bi milyonan xwînerî divê ev roman weke yekemîn berhema navneteweyî ya cîhanê were pejirandin.


Tenêtiya Marquezî

“Wextê min dest bi nivîsandina ‘Tenêtiya sedsalî’ kir min dixwest rêyekê bi saya wêjeyê bibînim ku hemû tiştên di zaroktiya min de têsîr li min kirî vebêjim. Mebesta min ew bû ku ez rojên zaroktiya xwe yên di maleke gebsoyî de, bi xwîşkeke axxwur re li gel pîrikeke siberoj hîsdikir û bi hinek xismên xwe yên di nava şanazî û dînîtiyê de ti cudayî nedîtin re, bi zimanekî hunerî binivîsînim û li pey xwe bihêlim. Tenêtiya sedsalî di ji du salan hindiktir wextî de min qedand lê belê beriya ku ez li ber meşîneya xwe ya nivîsê birûnim, hizirîna vê pirtûkê banzdeh, şanzdeh salên min birin. Pîrika min tiştên herî xeddar bi awayekî asayî ku mirov digot qey tiştên normal in dibîne, ji min re vedigot. Ez têgihiştim ku tiştên çîrokên wê vedigotin ewqasî bi qedr dike, helwêsta wê ya bêhest û dewlemendiya di hêmayên wê de bûn. Aha Tenêtiya sedsalî min bikaranîna vê şêweyê nivîsand. Min mirovên ji rêzê naskirin ku ev pirtûk bi kêfxweşî û şanazî bê metelbûn xwendî naskirin. Metelmayî nebûn jiber ku min ji wan re tiştekî di jiyana wan de tineyî, nû venegotibû, di pirtûka min de hûn qet nikarin hevokeke pişta xwe nedayî rastiyê bibînin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN