Carna kêliyek, ferdek yan jî bajare û welatek ji bo mirovahiyê dibe çavkanî û sebeba jiyanê. Mirovahiyê di kêliyekê de wenda kirî yan jî serxistiye. Bi mirovekê jiyan lê bûye jehr yan jî gavên jiyanek azad bi mirovekê avêtiye. Û bajarek bûye navê berxwedana wê kêlî û mirovan. Wê demê yek ji sedemên ku îro çavê hemû cihanê li ser Kobanê ye ewe ku her kesê binkeftin û serketina xwe di wir de bibîne.
Di Şahnameya Ferdûsî de behsa nemirtiya çavê Rustemê Zal tê kirin. Dibêjin çavê Rustemê Zal nemir bûye, ango ger ji çavê xwe birîndar bibûya yan jî tîrek li çavên wî biketa wê misoger bimira. Ji ber ku dijminên wî bi vê yekê dizanîn, tim û tim hewil didan li çavên wî bidin. Kobanê jî êdî çavê Rustem ê mirovahiyê ye. Ji wê ye ku hemû çav li ser vî bajarî ne. Mirovên di wî bajarî de şer dikin, hemû fikr û raman, hest, hezkirin û hêviyên mirovahiyê di dilê xwe de hewandine. Ew ramana hemû mirovahiyê ne li beranber her cûre netewperestî, olperestî û zayendperestiyê. Mirovên li wî bajarî şer dikin, bi hestên destpêkê ên mirovek mezin re aşîna ne ku gava xwe ya biryardariya şer û tekoşînê li beranber pergala desthilatdar li ser vê axê avêtiye. Mirovên vî bajarî li ser her bihostek axa xwe tovên hezkirina ji mirovahiyê re çandine, ji bo wê jî bê minet û bê tirs li hember dijminê mirovahiyê şer dikin. Ev ne çîrok in, ev ne fîlm in, bi qasî hemû rastiyên em bi wan bawer dikin yan jî xeyal dikin, rast in ku bajarek ji bo mirovahiyê şer dike, li ber xwe dide.
Û berxwedana jinên li vî bajarî. Dijminê wan ew kesin ku ji mêjve navê gunehkar li wan kirine. Dibêjin her jinek guneh tê dinê, ji bo xwe bi xwedayê xwe bide efûkirin divê her kêliyê di bin emir û nêrîna xwedayê xwe de be. Ji bo biçe bihuştê divê hemû pirên gunehkariyên xwe bişewitîne û wusa li ser pira selatê ve derbas bibe, naku wê bikeve agirê dojehê! Lê bi carekê rastî hinek jinan hatin ku qet wek xeyalên wan nînin. Heta gelek û gelek berovajî. Bi carekê hemû xeyalên wan bi avê re çû, bi carekê di valatiyek mezin de bi hewa ve daliqandî man! Û êdî zanîn ku tenê xwedayê wan tineye û ew tenê hemû cihan nînin. Bedenên narîn ên parçebûyî ên Arîn û rêhevalên wê, pişta xwedayê zilm û bêedaletiya wan li erdê daye û berovajî ew rêkirine dojehê. nemirtiya di ruh û hestên van mirovên pîroz, çîroka guneh û gunehkariya wan bi dawî kiriye. Her dilopek ji xwîna jinên vî bajarî, melhemek ji birînên xedar ên gelek jinên eşkişandî re ye. Dengê tilîliya dawî a Arînê, qêrîna fetisî a di qirika her jinekê de ye, bêguman. Êdî hemû jin di çavê reş û bedew ê Arînê de li pey nasname û hêza xwe ya tekoşînê digerin, ku qîr dikin, çalakiya te di heman demê de çalakiya me ya jiyanê ye jî. Bi ruhê nemir ê Arîn û hevalên wê ne ku Kobanê êdî bûye bajarek gelek cuda. Êdî ne tenê Eynullereb(çavê ereb), çavê hemû mirovahiyê ye Kobanêya xweragir. Ya rast vî bajarî bi jin, ciwan, zarok, kal û pîrên xwe, nîşan daye ku mirovatî bi hemû hestên bedew û bi vîjdan li bajarê wan zindiye û jiyan dike. ji bo wê jî serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê di şerê bi pergala çend hezar salî a xwînmij re ye.