Malbata Kantarcî ya li taxa Saltukgaziyê ya navçeya Milazgirê ya Mûşê dijî bi çêkirina tendûran derbara xwe dikin. Welatiyê bi navê Ahmet Kantarcî, diyar kir ku 15 salin bi vî karî hewcehiyên malbata xwe pêk tîne û hemû malbat karê çêkirina tendûran dike. Kantarcî, anî ziman ku ji dayîka xwe hînî çêkirina tenduran bû û wiha got: "Dayîka min 35 salin tendûran çêdike. Hemû malbat bi vî karî re eleqeder dibe. Bihayê tenduran li gorî mezinahî û biçûkahiyê tê guherîn. Di nava hefteyê de ez 10 tenduran çêdikim. Ji ber ku zivistanê gelek sar e ez naxebitim. Ji bo tendûr hêj saxlem bin em di nava heriyê de xwê, ga û bûyê bizinan tevlî dikim."
DÎHA/MÛŞ