Li Mûşê jina 70 salî Salîha Gokçek him ji bo pêdiviya malbata xwe ya ji 5 kesan pêk tê, him jî ji bo debara xwe di tendûrê de nan dipêje. Gokçek a ku 20 sale nan dipêje diyar kir ku ji ber derfetekî din tunebû bi vî karî debara malbata xwe bi tena serê xwe pêk aniye.
Gokçek destnîşan kir ku bi alîkariyên nêviyên xwe ji çiya ax tînin û tendûran çêdikin û wiha got: "Min çêkirina tendûr û çêkirina nan ji dayika xwe fêr bûm. Ji ber pîrbûnê nexweşiyên min zêde bûne û ji bo vê di çêkirina nan de zehmetiyan dikişîne. Lê ji ber ku ji xeynî nan çêkirinê tu riya min tuneye, ez neçar dimînin nan dipêjim. Nanên ku çêdikim bi 60 an jî 70 kûrûşan difiroşim. Nanên ku ez çêdikim zû bi zû xerab nabin. Heta 6 salan jî nanên min dimînin. Ji bo nanên min bistînin heta ji Edene û Mêrsînê tên. Min nanpêjiyê ji dayîka xwe fêr bûm, zarokên min jî ji min fêr dibin."
MÛŞ