‘Hêviya ciwanan kêm bûye’
Abdulhalik da xuyakirin, ku ji ber siyaseta PDK’ê ya ku rêveberiya herêma Kurdistanê xistiye nava lepên xwe, hêviya ciwanan ji siyasetê gelekî kêm bûye û got, “Eger li welatê lê dijî mafê wekhev ê tevlîbûnê tinebe, hingî baweriya ciwanan jî wê bi rêveberiyê re nemîne. Ya ku li herêma me diqewime ev e.”
Ji bo têkoşîna ciwanan a li hemberî sîstema heyî, Abdulhalik ev tespît kir: “PDK bi salan e rêveberî xistiye nava lepên xwe. Lê ne bi Bakurê Kurdistanê ne jî bi Rojavayê Kurdistanê re têkiliyê danayne. Ne tenê ew, ji bo aramiya herêmê bi hikûmeta Bexdayê re jî têkiliyeke rast nedanîne. Ev yek jî rê li ber pirsgirêkan vedike û hîn bêhtir zorê dide ciwanan. Lê belê, divê ciwan li dijî vê derkevin. Pêwîste xwedî li welatê xwe derkevin. Dibe ku ew welêt bifiroş in, diziyê bikin, karên ne li rê bikin, mafên Rojava neparêzin, ji bo aştiyeke demokratîk a li Bakurê Kurdistanê nekevin nava hewldanan, ji bo yekîtiya neteweyî xwe nelivîne. Lê belê divê ciwan li dijî vê têbikoşin. Ji bo afirandina rêveberiyeke demokratîk û yekîtiya neteweyî pêwîste ciwan hîn bêhtir giraniya xwe bidin ser siyasetê.”
‘Derketina ji welat çareserî nîne’
Abdulhalik anî ziman, şert û merc çi dibin bila bibin divê ciwan li welêt bimînin û têbikoşin. Abdulhalik got, “Terikandina welêt, reva ji pirsgirêkên vî welatî çareserî nîne. Bi mayîna li welêt û têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe re em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Eger em li vê derê bimînin û têkoşîna xwe bidomînin, hingî em ê sîstema rêveberiyeke hîn demokratîk bînin herêma federal a Kurdistanê.”
DÎREN ROJ
ANF/SILÊMANIYE