Warên dîrokî û çandî yên li Tirkiyeyê nayên parastin. Ji ber ku ev warên dîrokî û çandî ku şahidiyê ji dîrokê re dikin nayên parastin dîrok jî winda dibe. Rayedarên dewletê ku li hemberî van warên dîrokî bê eleqe dimînin, li hemberî çand û dîrokê jî bê eleqe dimînin û ev warên dîrokî yek bi yek wêran dibin. Ji ber ku gelek warên dîrokî nayên qeydkirin her ku diçe wêran dibin û winda dibin. Yek ji van warên dîrokî û çandî Dêra Sîrong a li Gundê Sîrongê ye.
Dêra ku demek dirêje wekî depoyê dihat bikar anîn, niha wekî govê tê bikar anîn. Dîra ku ji aliye ermeniyan ve 651 sal berê hate avakirin, niha her ku diçe wêran dibe. Dêra Sîrongê ku bi mîmarî û plana xwe bala her kesî dikişand ser xwe heta niha gelek ayîn lê hatin kirin. Dêra dirokî ji ber ku nayê parastin hemû kevirên wê xurimîne û ji ser hev ketine xwar. Tunela di hundirê dêrê de hêdî hêdî hildiweşe û tirsê belav dike. Ji ber ku gelek diwarên dêrê hilweşiya ye dedr barê dîroka wê de jî agahî winda bûne. Dêra ku bi mîmarî û rengê xwe bala her kesî dikişîne ser xwe û di nava gund de hatiye avakirin, her ku diçe dîwarên wê wêran dibe û wê xweşikbûna xwe ya çandî û dîrokî winda dike. Ji ber ku dêr nayê parastin bûye qada defingeran û kevirê wê tev xera dibin.
Welatiyê bi navê Aydin Aslan, anî ziman ku dêr bi mîmarî û dîroka xwe pir dîrokî û çandî ye û ji ber ku êdî kes li wê xwedî dernakeve her ku diçe wêran dibe û bê qîmet dibe. Aslan, da zanîn ku dêr bi mîmari û neqşeyên dîwarê xwe berhemek awarte û pir xweşik û qesm bû. Aslan, destnîşan kir ku ev dêra dîrokî û çandî nayê parastin û ji ber vê yekê jî dîrok winda dibe û ev şûnwar roj bi roj hildiweşe û winda dibe.
Der barê Dêrê de me xwest agahiyan ji Midûrê Çandê bigirin, lê bi sedema di civînê de ye agahî nedan.


NECDET YENTÜRK - DÎHA/MÛŞ