Şervanên QSD’ê li Reqa bi pêş ve diçin. Li taxa Nezlet Şihadê ya li başûrê Reqayê û li taxa Rewda ya li rojavayê bakurê bajêr di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye. Di şer de 9 çete hatin kuştin, 2 çete hatin birîndarkirin. Termên 4 çeteyan li naverastê man. Li taxa Hişam Bîn Ebdulmelîk jî şervanan du wesayitên eskerî yên ji bo ku çalakiya xwekuj hatibûn amadekirin, bi dest xistin. Her wiha li heman taxê tuneleke çeteyan hate dîtin.
Li taxa Yermûkê jî paqijkirina mayinan didome. Şervanên QSD’ê ji bo ku çete nikaribin derbas bibin, rêyên tunelan digirin. Şervanan li vir her wiha beşek cebilxaneya çeteyan jî desteser kir.
REQA