Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, çalakiya kon di roja 4. de ye. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" û pankarteke mezin a li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê, hatin vekirin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û Komeleya Jinên Kurd a Rojbîn, zilma dewleta Tirk a li gelê Kurd dike hat şermezarkirin. Her wiha zextên li HDP'ê tên kiri, operasyonên girtin û binçavkirinan ên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, hatin protestokirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî hatin belavkirin.

Li paytexta Spanya Madrîdê, li ser banga Partiay Komunîst a Spanyayê kon hat vedan. Li binê konê mezin, sê rojan rewşa siyasî hat nirxandin. Sohbet hat kirin, muzîk hat pêşkêşkirin û civîn hatin lidarxistin. Di çalakiyê de Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re, amade bû.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin, meşek hat lidarxistin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN