Li Riha, Stenbol, Enqere, Amed, Eskîşehîr û Muşê di bin navê "KCK'ê" de operasyonên siyasî hatin lidarxistin. Di serdegirtina mal û saziyên BDP'ê de Hevseroka BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol û Mehmet Vural û rêveberên BDP'ê yên Wêranşar û Serêkaniyê jî di navde 30 kes hatin binçavkirin.
Li Riha û navçeyên wê û li Stenbol, Enqere, Amed, Eskîşehîr û Muşê di bin navê KCK'ê de operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonê de bi piranî rêveberên BDP'ê herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. Li riha û navçeyên Rihayê di serdegirtina gelek malan de Hevserokên BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol û Mehmet Vural ji di navde gelek kes hatin binçavkirin. Kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û navê wan hatin zanîn evin: Seroê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Îzettin Gok, Rêvberê BDP'ê Halîl Çay, Mehmet Kiliç, Serokê BDP'ê yê Wêranşarê Halis Aktaş, Rêveberê BDP'ê yê Wêranşarê Alî Vefa, Mehmet Ekîncîler, Selahattin Îzcî, endamê meclîsa şaredariya Wêranşarê Ferzende Ata, Serokê BDP'ê ya Serêkaniyê Îbrahim Ogur, endamê meclîsa şaredariya Serêkaniyê Mehmet Emin Polat û Adile Deniz Surer, Serokê BDP'ê yê berê Nurallah Akan, rêveberên BDP'ê Abdulbaki Can, Serokê MEYA-DER'a Pirsûsê Şukru Bînîcî.
Polîsan di serdegirtina malan de CD û kompîtur û gelek hard disk desteser kirin.
Li aliyê din bi ser avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê, Akademiya siyasetê ya BDP'ê, avahiya KurdÎ-DER'ê û gelek saziyên din de girtin. Di operasyonên li 6 bajaran de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. Di operasyona polîsan li Eskişehirê bi ser mala ku endamê Meclîsa BDP'ê Yusuf Karataş lê dima de girtin. Piştî serdegirtina malê endamê Meclisa BDP'ê Karataş jî hate binçavkirin. Karataş piştî hate binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Eskîşehirê.
‘Feraseta qirêj di dewrê de ye’
Navenda Giştî ya BDP'ê oprasyona di bin navê KCK'ê de ku navenda wê li Rihayê pêk hat bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir.
BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku pêr li Wanê û duh jî li Riha Stenbol, Enqere, Amed, Eskîşehir û Mûşê bi ser gelek mal û kargeriyan de girt û gelek rêveberên wan binçav kir. BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan ‘operasyona komkujiya siyasî’ dimeşine û ev tişt got: “Hikûmeta AKP'ê polîtîkya 'Li çiyê bikuje, li deştê bigire' dimeşîne. Hikûmeta AKP'ê dixwaze Kurdan bê hêz bihêle û ji ber vê yekê li çiyê dikuje û li deşt û bajaran jî binçav dike û davê girtîgehan.”
BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hikumeta AKP'ê nikare bi van binçavkirin, girtin û kuştinan têkoşîna BDP'ê tek bibe û dê li dijî binpêkirina mafan têkoşîna xwe bilindtir bikin.
ENQERE