Di çalakiyê de tim û tim ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme hat qîrîn. Serokê Meclîsa Kurd Alî Agirî li vir peyivî û berxwedana Farqînê silav kir. Agirî destnîşan kir ku dem hatiye gelê Kurd li ser piyan be.
Rêxistinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê dixebitin, terora dewleta Tirk a li bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Farqîn, Nisêbîn û Silopiyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Daxuyanî li ber Navenad Çanda Kurd hat dayîn û Hevseroka Kongreya Êzîdiyên li Rûsya Manana Pîr, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev, Seroka Komeleya Parastina Mafên Kurdan a Moskowayê Refîke Kamil, Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Cûlyeta Aram û Serokê Komeleya Êzîdiyên li Moskowayê Andoyê Mişa tevî gelek Kurdistaniyan di dema dayîna daxuyaniyê de, amade bûn.
GOTEBORG/MOSKOVA