Dewleta Îranê di 16’ê Tîrmehê de xwest bikeve Qendîlê, lê li rastî berxwedana gerîlayên PJAK’ê hat. Li gor çavkaniyê ne fermî zêdetirê 200 leşkerên Îranê hatin kuştin. Bi taybet çalakiya gerîlayan ya di 21’ê Tîrmehê de ku têde 3 jê general, bi giştî 10 rayedarên payebilind hatin kuştin, bandorek mezin li artêşa Îranê kir. Hat ragihandin ku gelek leşker firar kirine û cerdevan naxwazin tevli operasyonan bibin. Her wiha rejîma Îranê hewl dide ku sivîlan bişîne eniya şer.
Piştî artêşa Îranê windahiyên giran da, moralê leşkerên Îranê jî xirab bû. Li gorî çavkaniyan, li bajarên Pîranşar û Serdeştê ku navenda şer in, gelek leşker ji ber ku naxwazin şer bikin firar kirine. Artêşa Îranê di şer de windahiyên giran da, niha jî dixwaze li gelemperiya Eyaleta Kurdistanê kesên sivîl bi pere bişîne eniya şer û li dijî gerîlayên PJAK’ê şer bikin. Lê ev hewldan li rastî nerazîbûna gelê Kurd tê. Bi taybet li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê dewleta Îranê 2 milyon tumen (1800 dolar) dide kesên ku biçin şerê PJAK’ê bikin.

Cerdevan şer nakin
Li gor çavkaniyên herêmî, bi taybet li herêmên Serdeşt û Pîranşarê ku li ser sînor in û navenda şer in, gelek leşker firar kirine. Li gor agahiyan, piştî çalakiyên HRK’ê û windahiyên zêde yên artêşa Îranê firarkirina leşkeran li Serdeşt û Pîranşarê zêde bûne. Her wiha hat ragihandin ku cerdevanên Serdeşta ku navenda şer e beşdarbûna operasyonên li dijî gerîlayên PJAK’ê red dikin. Li gor agahiyên welatiyan, cerdevanên Serdeştê diyar dikin ku ew bi tu awayî beşdarî operasyonên li dijî gerîlayan nabin û ew şer nakin. Ji ber wê jî artêşa Îranê ji Mehabadê cerdevanan vediguhêze Serdeştê.
Artêşa Îranê hewl da bikeve Qendîlê, gerîlayên HRK’ê li hindûr dest bi çalakiyên bersiv danê kir. Di çalakiyên li Kirmanşan, Sîne, Serdeşt, Pîranşar û Mehadê pêk hatin de bi dehan leşkerên Îranê hatin kuştin. Herî dawî li qereqola di navbera Mehabad û Pîranşarê de ji aliyê gerîlayan ve bi temamî hat rûxandin.

Terora ser Kurdan 
Li gorî agahiyan, gerîlayên HRK’ê roja 23’ê Tîrmehê bi ser qereqola Zimzara ya di navbera Mehabad û Serdeştê de girtin. Li gorî çavkaniyan qereqol bi temamî ji aliyê gerîlayan ve hatiye rûxandin. Hat diyarkirin ku hejmareke zêde ya leşkerên Îranê di encama çalakiya gerîlayan de hatine kuştin. Artêşa Rejîma Îranê li hêlekê dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike, li hêla din jî li Rojhilatê Kurdistanê terorê li ser Kurdan dimeşîne. Hat ragihandin ku Aram Xusrewî li Qezwînê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin û Ferşîd Ensarî ji ber îşkenceya Îtleatê jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Îranê ya ku di şerê li dijî gerîlayên PJAK’ê de windahiyên zêde da, dîsa dest bi topbaran li ser gundên Qendîlê kir. Hat diyarkirin ku artêşa Îranê dest bi topbarankirina gundên Qendîlê kiriye û topbaran berdewam dike.

Sivîl zirarê dibînin 
Gundiyan dan diyarkirin ku ew bi şev û roj di stargehan (siginak) de radizên û ragihandin ku sewalên wan ji ber topbaranê li çolê mane. Her wiha hat diyarkirin ku di encama topbaranê de agir bi giyayê ku gundiyan ji sewalên xwe kom kiribû ketiye û bi vî awayî agir bi herêmê ketiye. Hat gotin ku şewata bi herêmê ketî her ku diçe berfireh dibe û jiyana gundiya di metirsiyê de ye.
Her wiha çend roj beriya niha jî, yekîneyên sîxûrî Îtleatê (Dezgeha Sîxûrî ya Îranê) li ser şeqama Sîros a Sineyê li welatiyê bi navê Ferşîd Ensarî xistin û piştre jî bi ser mala wî de girtin û gelek alav bi xwe re birin. Piştî çend demjimêran Ferşîd Ensariyê 26 salî ji ber îşkenceyên giran ji navenda Îtleatê ya li Sineyê vediguhêzin nexweşxaneyê. Ensarî ji ber îşkenceyên giran nayê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dide.

NAVENDA NÛÇEYAN




Hewldana dagirkeriyê hate rawestandin

Artêşa Îranê ya li ser sînorê başûrê Kurdistanê amadekeriya dagirkeriyê dikir bû hedefa hêzên gerîlayên HRK'ê.
Li herêma Xinêrê gerîlayên HRK’ê yên ser bi PJAK’ê li dijî yekîneya artêşa Îranê yak u dixwest operasyona li dar bixe pêk anîn. Di encama çalakiyê de rampayek a katûşan, 1 tank, 1 hewanên 120 û 5 kon ji holê hatin rakirin. Her wiha 20 leşkerên Îranê jî hatin kuştin.
Piştî ku artêşa Îranê di encama êrişa li ser Qendîlê de derbeyên giran xwar, vê carê jî artêşa Îranê li Xinêrê ji aliyê gerîlayên HRK’ê ve hatin rawestandin. Piştî ku gerîlayên HRK’ê zanîn ku yekîneya artêşa Îranê ya li ser girê Sermencelê dixwaze operasyoneke li derveyê sînor li dar bixe, li dijî yekîneyê çalakiyek pêk anî û di encamê de 20 leşkerên Îranê hatin kuştin.  Hat diyarkirin ku çalakî di navbera rojên 23-24’ê Tîrmehê de demjimêr 01.45’ê de hat lidarxistin. Gerîlayan dest danîn ser 2 kaleşnîkof, 1 balafirşkêna 12,5 û B7 ên artêşa Îranê. Di çalakiya ji aliyê tîmên Şehîd Hêmin, Şehîd Ronahî û Şehîd Soran ên ser bi HRK’ê ve hat li darxistin de rampayek a katûşan, 1 tank, 1 hewanên 120 û 5 kon ji holê hatin rakirin. Li gor agahiyan gerîlayan di çalakiyê de tu windahî nedane.  Li gor agahiyan artêşa Îranê piştî çalakiya gerîlayan gelek herêmên Xinêre yên di bin çavdêriya gerîlayan de dan ber obis, hewan û katûşan. Hat diyarkirin ku topbaran heta demjimêr 06.30 berdewam kir.

ANF/XINÊRÊ