Dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) ev 58 roj in dewam dike. Li dijî vê, helwest û nerazîbûn jî her zêde dibin. Saziya Tendirustî ya Wargehê  bi daxuyaniyeke çapemeniyê dorpêça ku ji aliyê PDK’ê ve  didome şermezar kir. Saziyê da zanîn ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derdikevin û dermanên pêwist ji bo nexweşan nayên peydakirin. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê endama Saziya Tendirûstiyê Dîmen Bîlen ve hate xwendin, îşaret bi van xalan tê kirin: Ev dorpêça ku ji aliyê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê PDK’ê ve li ser Wargehê bandoreke neyînî li ser jiyana 12-13 hezar kesî dike. Yek ji bandorên sereke yên vê dorpêçê jî di aliyê tenduristiyê de xwe dide der. Nexweşên ku ji bo Hewlêrê tên rêkirin, ji aliyê asayîşê ve paşde têne zivirandin. Bi taybet kesên temen mezin û zarok dibin qurbaniyê vê helwesta Hikumeta Herêmê ya li dijî wargehê. Ev yek jî bûye sedema ku heta niha 2 zarokên ku hîn ne hatine dinê bimirin. Pêwist e ku demek ji dema din zûtirin ev dorpêç were rakirin.”

Dayik bi biryar in

Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li benda kontirolê ya  di navbera Hewlêr û Mexmûrê de jî li dijî dorpêç û ambargoyê li ser Wargehê 14 roj li pey xwe hîşt. Dayikên Aştiyê bi şev û rojên xwe li wir derbas dikin. Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan. Dayik eşkere dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî dewam bike.

Gel mehkûmî birçîbûnê tê kirin

Ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Çalakî bi banga Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swîsreyê pêk hat û bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev kom bûn û ambargo protesto kirin. Di çalakiyê de du aktîvîstên ji Mexmûrê hatin û Hevserokê CDK Cenevreyê Salîh Saglam axivîn. Qisekeran diyar kirin ku ji ber ambargoyê pêdiviyên sereke yên jiyanê nagihêjin Mexmûrê, her wiha dewleta Tirk alîkariya însanî asteng dike û gel mehkûmî birçîbûnê dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN