TEV-ÇAND Ewrûpayê bi daxuyaniyeke niviskî dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li partî, rewşenbîr û hunermendan kir da ku bi hewldanan rabin.

TEV-ÇAND Ewrûpayê bal kişand ser Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, û got, “Bi vê, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye xwestin ku Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin û pê re bi rehetî destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin.” TEV-ÇAND’ê got, Rêberê Gel Abdullah Ocalan bi paradîgmaya ku danî holê, ev komplo pûç kiriye.

Têkilî dagirkeriya Tirk a li dijî Rojava di daxuyaniyê de hate gotin, armanc tinekirina destketiyên gelê Kurd û hebûna Kurd e, armanc qirkirina çandê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em Tevgera Çand û Hunerê ya Ewrûpayê êrişa dewleta Tirk şermezar dike, û bang li hemû partî, rêxistin, rewşenbîr û hunermendan dike ku tevbigerin.’’

 

KOLN