Bi sedan Endamên TEV-ÇAND′ê, şêniyên Girkê Legê, Dêrikê, Çilaxa û Til Koçer meşek li dar xistin, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hilgirtin. Di meşê de Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, amade bûn.
Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir, li kolanan geriya û dirûşmên şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan, hatin gotin.
Meş li kolana giştî rawestiya. Hevserokê TEV-ÇAND′a Kantona Cizîrê Selman Ibrahîm axivî, şehîdên Qereçox bi bîr anîn û mihrîcana dîlanê li Rêbertiyê pîroz kir.
Piştre jî Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm axivî, dayîk û malbatên şehîdan silav kir, hemû serkeftin diyarî Rêberê neteweya demokratîk kir û got: ″Tirkiyê hewl dide bi êrîşên xwe, felsefeya Rêbertiyê ji holê rake. Lê bi saya vê felsefeyê ku yekîtiya gelan ava kir, gelek serkeftin li dijî çeteyan û alîgirên wan, têne bidestxistin.″ Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.
GIRKÊ LEGÊ