Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND’ê, sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) bi bîr anî. Mazdek dema li ser peywira xwe bû, ji ber qezayekê şehîd bûbû.
TEV-ÇAND’ê got, “Di şexsê Mazdek Ararat de em hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin.”
Mazdek Ararat 13’ê Îlona 2019’an dema li ser peywira xwe bû ji ber qezayekê birîndar bûbû û piştre jî şehîd bûbû.
TEV-ÇAND’ê ji bo Mazdek Ararat got, “Hevrê Mazdek bi kedkarî, mutewazîbûn û rûkeniya xwe hevalekî têkoşer bû.
Rêheval Mazdek ne bi tenê sînameger bû. Ew li Kobanê şervan bû, li akademiya hunerê perwerdekar, di seta filmê de lîstikvan, di dilê gelê Rojava de kedkarek û li çiyayên Kurdistanê gerîllayek bû.”
TEV-ÇAND´ê Mazdek weke şoreşgerekî li ser xeta huner a Halîl Dag bi nav kir û got, wî ji destpêka şoreşa Rojava ve di gelek xebatan de cih girtibû û nexasim jî di gihandina sînemagerên ciwan de gelek keda wî hebûye. TEV-ÇAND´ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Mazdek endamekî Sîne Çiya jî bû. Mîrateya şehîdên wekî Yekta, Hêvî, Zerdeşt û Delîla û gelek şehîdên din rêya me ronî kirin. Bi beşdariya hevrê Mazdek re îdîaya me ya şoreşa çand û hunerê xurttir bûye. Em jî diyar dikin ku pêkanîna xeyalên şehîdan peywira me ye.
Em careke din hevrê Mazdek Ararat bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û gelê Kurdistanê re dixwazin.”
QAMIŞLO