Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê bi armanca ku piştgiriya xwe ji bo gelê Bakur nîşan bide daxuyaniyeke nivisîkî ji bo raya giştî da. Di daxuyaniyê de soza domandina tekoşînê ji bo rizgarkirina ji desthilatdariyê û avakirina  jiyana hevbeş hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê me li Bakur di van rojan de berxwedaneke lehengî li dijî siyasetên şer û qirkirinê ku AKP li ser wan ferz dike, didomîne. Piştî encamên hilbijartinên Tirkiyê ku di 7‘ê Hezîranê de pêk hatibûn, dewleta Tirkiyê dîn û har bûye, ji bo wê gelê Kurd Rêveberiya xwe ya xweser li herêmên Bakur ragihand û dewleta Tirk wan hedef digre.“


‘Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava mînak e’

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava mînak nîşan da û diyar kir ku îro vîna azad û demokratîk a Bakur di têkoşîna Gever, Cizîra Botan û herêmên din de xuya  dibe.

TEV-DEM´ê di daxuyaniyê de bal kişan ser berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û ku di navbera hikûmet û dewletên desthilatdar ên şer û dijminahî li dijî gelên xwe yên weke Sûriyê an li Tirkiyê ti ferq tine.  

TEV-DEM´ê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê eşkere kir û wiha dawî lî daxuyaniya xwe anî: “Em kiryarên hov ên Tirkiyê li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Hemû lehengên me yên di meydanên têkoşîna azadî û demokrasiyê de silav dikin.

Em destnîşan dikin ku dîrok kêliyên qehremantiyê ên vîna azad û xwîna ku li dijî desthildaran û faşistên dirijîne û riya serkeftinê ji bo avakirina jiyana hevbeş nîşan dide, dinivîsîne.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN