Bi armanca xurkirina têkiliyan û serdana welatiyan, şandeyeke komîteya têkiliyên diplomasî ya Tevgera Civaka Demokraîk (TEV-DEM) çû serdana gundê Hemoker ê ser bi bajarokê Çilaxa ku hemû şêniyên wê ereb in.

Şande ji Hevserokê komîteyê Dr.Ebdilbaqî Hemo, Enamên komîteyê Ednan Hisên, Memduh Seidî, Mihemed Arif Hemdûn û Ebdilrehman Sulêman pêk dihat.

Şande ji aliyê welatiyên gund ve hat pêşwazî kirin û  ji bo lidarxistina civînekê konek hat vegirtin. Serokê komîteyê Ebdilbaqî Hemo li vir axivî û diyar kir ku li hemberî tehlûkeyên mezin ên gel bi wan re rûbirû divê hemû pêkhate hev bigirin û li hemberî êrîşên çeteyan li gel hev bisekinin, da ku çete nikaribin fitneyê di navbera wan de derxin.


´Em serbilind in ku em di nava birayên xwe yên Ereb de ne´

Hemo di axaftina xwe bal kişand ser têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de û ev tişt anîn ziman: "Têkilî û jiyana hevbeş a di navbera Kurd û Ereban de têkiliyeke ji sedên salan ve ye û em niha serbilind in ku em di nava birayên xwe yên ereb de ne. Dîrok şahid e ku Kurdan û Ereban bi hev re li dijî rêjîma Franse ya dagirker, şer kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk armanc dike ku ev têkilî di navbera Kurd û Ereban de her bimîne û xurttir bibe.ˮ

Hemo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya avakirina komînan û got: "Komîn li tevahiya gund û bajaran hatin avakirin, ji bo vê jî ji erkê me ye ku em van komînan çalak bikin û hemû pêdiviyên welatiyan dabîn bikin. Her wiha divê welatî bi riya komînan û li ser esasê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bên rêxistinkirin.ˮ


´Xweseriya Demokratîk projeya guncaw e´

Di civînê de Endamê komîteya têkiliyan Ednan Hesên jî axivî û got ku divê hemû pêkhateyên Rojava herdem yek bin û li dijî êrîşên çeteyan bisekin. Hisên destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn  porojeya herî guncaw e.

Welatiyên gund jî bi şandeyê re awayê kordîne û hevkariyê, nîqaş kirin û kêfxweşiya xwe ji vê serdanê anîn ziman. Piştî ku civîn bi dawî bû, şandeya komîteyê serdana navenda hêzên Senadîd a li gund kir û ji ber ku ew li gel YPG/YPJ’ê parastinê dikin, spasiya wan kir. 


 GIRGÊ LEGÊ