Ehmed piştî ku ji Emerîkayê vegeriya li bajarê Efrînê beşdarî yekemîn civîna hevserokên şaredariyên gel bû û encamên hevdîtinên xwe ya parve kirin.
Ehmed destnîşan kir ku bi destwerdana Rûsyayê hemû hesabên siyasî û leşkerî hatine guhertin û ev tişt anîn ziman: “Qonaxa ku em tê re derbas dibin, gelek hesas e û guhertinên mezin di aliyên siyasî de rû didin. Gelek hêzên navnetewî di bin navê têkoşîna li dijî terorê de niha destwerdana Sûriyeyê dikin. Herî dawî Rûsyayê jî bi awayekî eşkere destwerdana Sûriyeyê kir. Niha li Sûriyeyê ne tenê koalisyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê heye, Rûsya jî bi hêzên koalîsyonê re di pêşbirkekê de ye. Bi destwerdana Rûsyayê re hemû hesabên siyasî hatin guhertin. Hesabên Emerîka jî bi destwerdana Rusyayê re hatin guhertin. Em dikarin bêjin ku bi vê destwerdana Rûsyayê re pêngaveke nû li herêmê dest pê kir.”
Hebûna Rojava nas dikin
Derbarê peywendiyên dîplomatîk û danûstandinan de Ehmed agahî dan û wiha axivî: “Fermandarên leşkerî yên Emerîkayê îtîraf dikin ku aliyên ku bi îradeya xwe li dijî terorê şer dikin tenê YPG’ê ye. Guhertin û geşedanên di siyasetên navnetewî de ku li ser Sûriyeyê tên meşandin, ji bo me ne tiştekî girîng e. Me projeya xwe daye meşandin û hemû aliyên bi aloziya Sûriyeyê re mijûl dibin, divê projeya me li ber çavan bigirin.”
’Projeya me dikare bibe model’
Ehmed derbarê projeya avakirina Sûriyeke demokratîk de jî got ku projeya wan ev bêtirî salekê ye tê meşandin û di van mehên pêş de jî dê civîneke berfireh ku wê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin lidar bixin û wiha dom kir: “Ji bo çareseriyeke hemdem divê hemû pêkhate cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin û ev yek jî bingeha projeya me ye. Projeya me dikare bibe aliyê siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Niha jî gelê Kurd di belavkirina demokrasiyê de herî zêde têdikoşe û di pêşxistina vê projeyê de Kurd dendika demokrasiyê ne. Di aliyê leşkerî de jî bi vê rolê radibin. Ji bo vê hêzê aliyê siyasî pêwîst e. Projeya me ya avakirina Sûriyeya demokratîk dikare bibe aliyê wê yê siyasî.”