TEV-DEM'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku bajar û bajarokên Sûriyeyê veguherîne qadên şerên dijwar û daxuyanî wiha berdewam kir: “Her aliyan gelek tewambariyên şer pêk tên. Jiber vê rewşê, pêwîstî bi destwerdanek siyasî yê navnetewî çêbû. Ji bo ku hemû alî bêne cem hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin, amadekariya civîna Cenevre 2 tê kirin.”
TEV-DEM'ê da zanîn ew wekî tevger di wê baweriyê de ne ku bi şer û pevçûnan pirsgirêk nayên çareser kirin û wiha hat gotin: “Dewam kirina şer dê bibe sedema gelek êş û azaran.” TEV-DEM'ê destnîşan kir ku gelê Kurd, li hemberî komên Îslamî yê radîkal di nava şer û têkoşînê de ye û wiha hat bilêv kirin: “Lewma pêwîste hemû alî werin ser maseya lihevhatinê û pirsgirêkan çareser bikin.”
Sûriyeyeke demokratîk
TEV-DEM’ê bibîr xist ku ew di nava siyaseta Sûriyeyê de aliyê sêyemîn in û bi bandor in û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em herêmên xwe bixwe birêve dibin, her wiha em hewl didin ku bi beşdariya hemû pêhateyan rêvebiriya xwe ya demî ava bikin. Em li dijî şerin û aştîxwazin. Em bi diyalogê re ne û alîgirê lidar xistina civîna Cenevre 2 ne. Lewma, ji bo ku civîn biser bikeve pêwîste Kurd bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdarî civîna Cenevre 2 bibin. Baweriya me ew e ku dê Sûriyeke demokratîk bê avakirin û doza gelê Kurd bê çareser kirin."
ANHA/ QAMIŞLO