Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdarên pêşangeha hunerê şêwekariyê ya li taxa Helebê Şêxmeqsûdê, xelat kirin.
Li Şêxmeqsûdê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê pêşangeha hunerê şêwekariyê bi slogana "Bi rengên xwe em ê tola zarokên Efrînê rakin" pêr hate vekirin.
Di pêşengehê de 50 xwendekar bêşdar bûn û 100 tabloyên wan hatin nîşandan. Di roja duyê yanî ya dawî de jî TEV-DEM´ê û Yekitiya Rewşenbîrên taxa Şêxmeqsûdê xwendekarên ku bi berhemên xwe tev li pêşangehê bûbûn, xelat kirin.
ANHA/HELEB