Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku dagirkirina Cerablûsê qebûlnekirina hemû pêkhateyên herêmê ye. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên li herêmê hat kirin, bi taybetî gelê Kurd hat kirin ku li her devera lê dijîn, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em komkujiya Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya li ser gundên Cerablûsê bi tundî şermezar dikin. Em ji gelên xwe re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Em careke din soz didin ku em ê bîranîna şehîdan bikin bingeha serketinên dîrokî.”
Tirkiyê hesabê dagirkirinê dikir
TEV-DEM’ê ragihand ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve hesabê dagirkirina Rojava dikir û ev agahî hatin parve kirin: “Ji destpêka şoreşa li Sûriyeyê heta roja îro planên dewleta Tirkiyeyê yên dagirker li ser Rojava û axa Sûriyeyê her tim hebûn. Dijminantî ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li hemberî gelên Ereb, Asurî, Suryanî, Tirkmen û hemû civak û çandên Rojhilata Navîn e. Erdogan ê faşîzan û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker hîn jî welatên ereban û Rojhilata Navîn bi kompleksa împaratoriya Osmanî weke eyaletek xwe dixwaze bibîne. Hemû hewldan, lêgerîn û lêhûrbûna dewlata Tirkiyeyê û Erdogan li ser pêşneketina demokrasi û azadiya Rojhilata Navîn e.”
Dixwaze rê ji DAIŞ’ê re veke
Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de sedema dagikirina Cerablûsê ya ji aliyê dewleta Tirk ve jî wiha hate rawe kirin: “Ji bo vê Erdogan û dewleta Tirkiyeyê her tim çeteyên faşîzan ên weke DAIŞ’ê li ser serê mirovahiyê kir bela, destek kir û ji wan re bû alîkar. Rola Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya di komkujiya Parîs, Bruksel, Enqere û Amedê de bi awayekî pirr vekirî heye. Her çiqas dixwaze xwe li dijî DAIŞ’ê diyar bike jî esas plana Erdogan û AKP’ê ew e ku bikaribe rêyekê ji DAIŞ’ê re vekirî bihêle ku piştgiriya DAIŞ’ê bike. Armanc ew e ku hemû rêyên li ser DAIŞ’ê neyên girtin. Dagirkirina dewleta Tirkiyeyê û komkujiya ku li ser Rojava û axa Sûriyeyê wê tenê bibe sedem ku pirsgirêkên heyî hîn jî mezin bibin û şerê tê dayîn hîn jî kûr û berfireh bibe. Ev êrîşa li ser Cerablûsê jî di vê maneyê de esas li ser hemû mirovahiyê ye.”
Banga li mirovahiyê
TEV-DEM’ê destnîşan kir ku gelê Kurd wê di têkoşîna azadî û wekheviya gelan de gavê bi paş de neavêje û ev bang kir: “Bangawaziya me ew e ku mirovahî rûmet û berxwedana gelê Kurd, bedelên li hemberî DAIŞ û çeteyên weke wê dayîne bibîne û dengê xwe bi dengê gelê Kurd re bike yek. Berxwedan û rûmeta gelê Kurd weke berxwedan û rûmeta xwe bigire dest. Dîsa bangawaziya me ji hêzên ku li ser Rojava û Sûriyeyê xwe xwedî rol dibînin ew e ku li hemberî dîrok û mirovahiyê rûreş nebin û berjewendiyên xwe li ser hebûn û azadiya gelê Kurd hesab nekin. Li hemberî dagirkirina dewleta Tirkiyeyê û kirinên Erdoganê faşîzan xwedî helwest bin. Dagirkirina dewleta tirk a li ser Sûriyeyê weke li dijî hemû civak û çandên li ser axa Sûriyeyê dijîn bibînin û em mil bidin hevdû û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Rabin ser piyan
Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li gelê Kurd hate kirin û ev peyam hate dayin: “Bi taybet bangawaziya me ji bo gelê Kurd ên li Rojava li her sê kantonan dîsa li derveyî welat, her wiha hemû partî, kesayet û saziyên Kurd ew e ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk û Erdogan rabin ser piyan, têkoşîna xwe bi baweriyek xurt û rêxistinkirî bilind bikin. Komkujî, zext û zordariya Erdogan û dewleta Tirkiyeyê bi her awayî teşhîr bikin. Beriya her tiştî jî bi ruhekî seferberiyê rabin ser piyan û jixwe bawer bikin. Bila bê zanîn ku gelê Kurd di doza xwe de mafdar e, xwedî rêxistin û xwedî îrade ye. Ew ê dîrok careke din li ser gelê Kurd re nikaribe xwe dubare bike. Bi vê hêvî û biryarê têkoşîna xwe xurt bikin û bênavber di nava çalakiyan de bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Li dij dagirkeriyê raperîn
Li Rojavayê Kurdistanê gel di asta seferberiyê de li dij dagirkeriya dewleta Tirk rabû. Li Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê gel nerazîbûna xwe ya li dij êrîşkariya dewleta Tirk nîşan da.
Piştî hêzên dewleta tirk li ser sînor dest bi lêkirina dîwar kirin, bi hezaran welatiyên Kobanê herikîn ser sînor û bertek nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê dan. Welatiyan da zanî heta niqutka xwîna xwe ya dawî ew dê axa xwe biparêzin. Welatiyên ev 3 roj in li ser sînor in, îro bi lêkirina dîwar re careke din herikîn ser sînor. Hêzên leşkerî yên bi 5 maşînên zirxî û TOMA kî hewl dide pêşiya gel bigire, gel jî ji hêla Asayîşê Kobanê ve tê parastin. Welatiyên li ser sînor herî dawî ji kamerayan re axivîn û destnîşan kirin ku ew dê li dijî vê dagirkeriyê heta dawiyê xwedî li axa xwe derkevin û axa xwe biparêzin.
Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serhildan
Ji Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi sedan daketine kolanan û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê serî hildan. Bi sedan ji welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û bajaroka Zirganê ji bo şermezarkirina komkujiyên artêşa Tirkiyeyê li başûrê Cerablusê li pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dirbêsiyê kom bûn. Xwepêşandana girseyî bi durişmeyên ku dixwazin dewleta Tirkiyeyê ji xaka Rojava û Sûriyeyê derkeve, destpê kir.
Dema ku xwepêşandan gihişte navenda bajêr li ser navê welatiyên ku li wir kom bûne Mamoste Nojîn Sîdo daxuyaniyek xwend û tê de komkujiyên ku dewleta Tirkiyeyê li gundewarê Cerablusê pêk anîne, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li beramberî van dagirkerî û komkujiyên Tirkiyeyê şermezar kir.
Di dawiya xwepêşandanê de durişmeyên ku berxwedaniya gelê Cerablus û Minbicê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê hatin avêtin.
Qamişlo di rûyê dagirkeriya Tirkiyeyê de rabû
Gelê bajarê Qamişlo li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û komkujiyên wê li Cerablusê rabû ser piyan. Bi hezaran ji welatiyên bajarê Qamişlo jin, mêr û ciwanan ji bo şermezarkirina dagirkeriya Artêşa Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê re berê xwe dan Çerxerêya El-Methena ya taxa Enteriyê. Welatiyan alên YPG, YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind hildan.
Xwepêşandan ber bi Mala Gel ve destpê kir. Tê payîn ku hin axaftin jî werin kirin. Di vê xwepêşandanê de wê dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê ji bajarê Cerablusê re û komkujiyên ku artêşa Tirkiyeyê li dijî gundiyên wê herêmê pêk anîne, were şermzarkirin.
KOBANÊ/QAMIŞLO