Sibe cejna Çarşema Sor e. Bi wesileya cejnê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Peyama TEV-DEM`ê ya pîrozbahiyê wiha ye: “Em Çarşema Sor, sersala Êzdiyan li gelê Kurd bi giştî û bi taybet civaka Êzdî pîroz dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya felsefeya xwe ya modern ji nû ve bi awayekî rast û cewherî ola Êzdayetiyê pênase kir û cihê wê yê xwezayî di nava civaka Kurdistanê de dayê. Di demekê de ku em cejna Çarşema Sor pîroz dikin, hêzên me yên qehreman YPG, YPJ, QSD û YBŞ û YJŞ‘ê terora ku hewl dida nirxên ruhî yên ola Êzdayetiyê li Şengalê tine bike, têk bir û bi hezaran kîlometre ji wan rizgar kirin.

Baweriya me mezin e

Ev serketin bersiva komkujiyên ku çeteyên hov li jin, zarok û şêxên Êzdî dan meşandin. Ji ber vê yekê, baweriya me mezin e ku gelê Kurdistanê û gelên herêmê wê hêvî û xewnên xwe yên jiyaneke bi rûmet, îradeyeke azad bi ruhê Tawisê Melek pêk bînin. Bi vê wesîleyê weke TEV-DEM´ê em careke din vê cejna dîrokî ya resen li hemû pekhateyên herêmê pîroz dikin û bang li hemû hêzên aştîxwaz ên cihanê û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku hevgirtina li gorî rastî û rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û çarenûsa yek ava bikin."

 

NAVENDA NÛÇEYAN