Tevdîr berxwedan e - Rêşad SORGUL
Şewba vîrusa koronayê gelekî zêde bandorê li jiyana mirov û ruhberan dike. Ya ji me ve xuya ye, pergalên heyî wê bivênevê xwe biguherin. Bobelatên bi vî rengî berê jî bi serê mirovatiyê de hatibûn. Lê ji ber ku serjimara cîhanê ti carî ewqasî ne zêde bû û ti carî di asta teknolojî, îndustrî û kapîtalê de evçend bi gewde nebûbû, bobetala niha jî li gorî wê berfireh û tevlîhev e. Desthilat û civak careke din dikevin ber lêpirsînê. Lê ya xuya ye, sê oknomên bingehîn yanî desthilat, sermaye û teolojiya wan wê ji nû ve milê xwe bidin hev û ji vê bobelatê jî sûdê bigirin. Li vir a girîng ew e, divê ev keysperestiya wan were deşîfrekirin û ji bo civakê rastî bêne ragihandin.
Rojnameya me Yeni Ozgur Polîtîka/PolîtîkAzad 2ʼê Nîsanê ji weşana kaxizî derbasî weşana dijîtal dibe. Ev biryar jî diyar e ku ji bo tevdîran hatiye girtin. Rewşa heyî dihêle, tevahiya pergalan xwe li gorî rewşê bi rêkûpêk bikin. Ji ber ku pergalên desthilat, sermaye û teolojiyê jî heye ku ji vê rewşê hinek dersan hîn bibin û êdî bi van awayan hinek carên din xwe li serê civakan biceribînin. Ji ber vê jî di vî warî de peydakirina rêûrêbazên ewle û praktîk girîng e.
Serekçeteyê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bang li gel dike û doza alîkariyê li wan dike. Baş e, wê kî alîkariya kê bike. Serdest û dewlemend doza alîkariyê li hejar û feqîran dikin. Dîktator tevahiya dîrokê bi vî rengî ne. Her tim ji feqîran xûkiyê digirin û dixwin. Ma dewlemend çawa dibin dewlemend? Dewleta Tirk di van rojên koronayê de dest danî ser şaredariyan û bi biryarnameyekê bi qasî 90 hezar diz û tecawizkaran ber dide, li şûna wan cih ji kesên siyasî û Kurdan re vedike. Dewleta Tirk ne korona, qiyamet jî rabe, ji armanca xwe ya qirkirin û kokqelandina Kurdan û gelan nayê xwarê. Divê em Kurd vê rastiyê baş bixin serê xwe. Dewleta Tirk ji roja hatiye avakirin û heta îro her bi vê armancê radibe. Carna sist dike û carna dişidîne, lê ji armanca xwe ya tinekirinê nayê xwarê.
Li dinyayê ji ber koronayê dijmin ji bo demekê aş bûn, lê herçî dewleta Tirk e, bihêlin aş bibe li her deverê êriş dike û heta rewşê ji bo xwe weke firsendê dibîne. Êrişî şaredariyan dike, rêveber û siyasetvanan dike zindanan, li zindanan jî xema wê nîne şewba vîrusa koronayê belav bibe. Belkî jî ew ji xwe netirsin wê bi destê xwe vîrusê li zindanan belav bikin. Ma ne ji bo girtiyên li zindanan digotin, “Di ser de jî em wan xwedî bikin.” Ev zêhniyeta wan e. Ji ber vê jî Kurd her divê bi tevdîr bin. Ji bilî xwe, pişta xwe nedin ti kesî û hêzê. Mixabin rastiyek welê tahl heye.
Ya rastî, vîrusa korona bi qasî dijmin û dagirkeran bi zirar nîne. Eger kurdistanî hinekî guh bidin tevdîran û şîretên di vî warî de paşguh nekin, wê karibin bi kêmzirarekê ji vê qonaxê bibihurin. Bêguman dilê me bi êşa tevahiya millet û mirovan jan dide, lê divê her kes ji aliyê xwe ve li dijî vê bobelatê li ber xwe bide. Piştgiriya hunermendên Kurd bi xelkê Îtalyayê re manedar bû. Di van rojên reş de dilhebîniyên bi vî rengî têra xwe bi qîmet in. Divê kes sûkiyê bi vê vîrusê neke. Belkî jî divê mirov di vê pêvajoyê de hem di warê bedenî de û hem jî di warê ruhî de xwe pak bike. Her qonax ji bo mirovan firsend e, ji bo firê bidin xwe.