BERHEM LETÎF / ROJNEWS / BEXDA
Şandeyeke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ku cara duyem çû Bexdayê, li hemberî girtina ofîsên xwe yên li Herêma Kurdistanê careke din miracaetî Rêveberiya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê kir. Cigirê Hevserokan Hisên Kerkûkî û parêzer Aheng Enwer di heyeta Tevgera Azadiyê de bû.
Endamên şandeyê li Bexdayê careke din çûn serdana Rêveberiya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê kir û miracaeta xwe nû kir.
Şandeya Tevgera Azadî bi Serokê Rêveberiya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Komîsyonê Ebdulah Fazil re civiya.
Di civînê de Ebdullah Fazil ji şandeyê re got, wan giliyê xwe gihandiye Desteya Wezîran a Iraqê. Ebdullah Fazil her wiha got tê payîn ku di nava çend rojên pêş de Desteya Wezîran daxwaza zelalkirinê ji Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bike û ew ê jî bersiva giliyê Tevgera Azadî bidin.
Hevdîtin dewam dikin
Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku şande bi Serokê Encûmena Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilijartinê ya Iraqê, Maîn Hitawî re jî bicive.
Şandeya Tevgera Azadî 7´ê Kanûnê jî bi Maîn Hitawî û Ebdulah Fazil re civîya bû.
Di hevdîtinan de Hîtawî û Fazil biryara girtina baregehên Tevgera Azadî weke ‘Neyasayî’ bi nav kiribû. Wan dabû zanîn ku ew ê bi nivîsekê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan bikin ka çima baregehên Tevgera Azadî girtine.
Di 25’ê Mijdara 2018’an de Hikûmeta Herêma Kurdistan biryarek derxist û diyar kir ku partî û rêxistinên ku destûra wan ya fermî nebe, wê bên girtin. Piştî biryarê baregehên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistanê hatibûn girtin tevî ku Tevgera Azadî li gorî qanûnan Başûr û ên Iraqê fermî bû.
Sefîrê Tirk wê bê hişyarkirin
Balyozê Tirk yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay li Hewlêrê ji bo Tevgera Azadî gotibû, “Terorîst e”. Tevgera Azadî li ser vê gotinê, li beşa karên partiyên siyasî ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê giliyê Karaçay kir. Komîsyonê jî ragihand ku ew ê vî giliyî bigihînin hikûmeta Iraqê.
Şanda Tevgera Azadî ya ji Hisên Kerkûkî û Aheng Enwer, li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê giliyê xwe da tomarkirin. Piştî gilî jî, komîsyonê got, ew ê vî giliyê wan bidin Hikûmeta Iraqê û bi rêya Wezareta Karên Derve ya Iraqê Karaçay wê bê hişyarkirin