Di daxuyaniyê de peyama sereke, “Windakirina Xurmatû tê wateya windakirina Başûrê Kurdistanê” bû. Tevgerê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir ku pirsgirêkê çareser bike.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kerkûkê ya Tevgera Azadî Newzat Bekir û Hevseroka Meclîsa Gel a Germiyanê Hevrê Cebbar tevî komeke qelebalix ji bo şopandina rewşa li Xurmatû û malabtên Kurd ên xizmên wan di şer de jiyana xwe ji dest dayî, çûn navçeyê. Heyetê sersaxî ji malbatên Danyel Reşad, Piştîwan Ezîz Mîthat, birayên Cegir-Rêkewt û Îbrahîm Mihemed Seîd re sersaxî xwest. Heyet çû serdana birîndaran jî.
Malbatan jî bang li hêzên Başûrê Kurdistanê kir ku pirsgirêkan çareser bikin. Heyeta Tevgera Azadî piştî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê, encam û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve kir.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kerkûkê Newzat Bekir ewilî got, ew dixwazin şer tavilê biqede û bi vê armancê hatine Xurmatû. Newzat Bekir axaftina xwe weha dewam kir: “Em li cem gelê xwe ne. Her kesên em pê re axivîn dixwazin rewşa berê ya aştiyane bi cih bê. Her kesî got, hêzên ji derve hatine şandin û hêzên nêzî Malîkî yên ji Iraqê, li vir tevlîheviyê dikin.”
Piştî Bekir, Hevrê Cebbar peyivî û anî ziman, bûyerên li Xurmatû êrîşeke xwecihî û ji rêzê ya li hemberî Kurdan nîne û destnîşan kir, ku têkiliya van êrîşan bi êrîşên li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê yên li hemberî Kurdan re heye.
Cebbar axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Bêguman em li hemberî vê disekinin, em ê li dij derkevin. Em ê li ber xwe bidin. Em bang li gelên din, bi taybetî jî Tirkmenan dikin. Tevlî van planên êriş û komployên li dijî gelê me nebin. Divê bixwazin mîna berê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Em Kurd alîgirê vê ne û bawer in ku alî bi vê ferasetê tevbigerin, wê mîna berê rewşeke aştiyane li Xurmatû bafire.”
ROJNEWS / XURMATÛ