2'yemîn Kongreya Asayî ya Tevgera Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku di 28´ê Îlonê de li Qamişlo hatibû lidarxistin hate eşkerekirin. Di kongreyê de navê tevgera ciwanên Rojavayê Kurdistanê weke "Tevgera Ciwanên Şoreşger" hate guhertin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yekane hêza bi ser dikeve Kurd in, li hemberî vê yekê hêzên mêtinger êrîş dikin, lê ciwan desturê nadin ku li hemberî destkeftiyan destdirêjî çêbibin.
Piştî 2'yemîn Kongreya Asayî ya Tevgera Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku di 28´ê Îlonê de li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna 265 delegeyan hate lidarxistin, encamnameya kongreyê hate eşkerekirin. Di kongreyê de bi giranî rola ciwanan a di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hate guftugokirin û ji bo xebatên dema pêş biryar hatin wergirtin. Her weha di encamê de navê tevgera ciwanên Rojavayê Kurdistanê weke "Tevgera Ciwanên Şoreşger" hate guhertin.

Şoreşa Rojava ya hemû Kurdan e

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di kongreyê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statu û paşeroja gelê Kurd jî hatiye rawestîn. Hat diyarkirin ku êdî gelê Kurd nikare tine were hesibandin û weha hat gotin: "Li herêmê şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û hemû aliyên vî şerî jî heta niha winda kirine. Tenê yê ku di vî şerîde biserketî Rojavayê Kurdistanê ye. Şoreşa Rojava wê bibe şoreşa tevayî Kurdistanê, şoreşa Kurdistanê wê bibe şoreşa Rojhilata Navîn, a Rojhilata Navîn jî wê bibe şoreşa cîhanê. Divê hemû alî girîngiya vê şoreşê bizanin û hemû şoreşgerên cîhanê ji vê şoreşê moral û îlham bigirin û li hemberî modernîteya kapîtalîst bi ruhekî komînal tevbigerin...  Niha li hemberî Rêber Apo tecrîdek girankirî tê meşandin. Sedemeke girîng a vê tecrîde jî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ne. Hêzên dagirker naxwazin Rêber Apo tevlî vê pêvajoyê bibe. Çawa ku berî destwerdana Iraqê li hemberî rêberê me komplo pêk hat, niha jî ji bo ku mudaxeleyî Sûriyeyê bikin dîsa êrîşî Rêber Apo dikin."

Ji bo ciwanan bang

Di berdewama encamnameyê de hate destnîşankirin ku li dijî Kurdan û ciwanan şerekî taybet tê meşandin û navenda vî şerî jî hêzên dagirker û mêtînger in. Hate diyarkirin ku ev hêz fesadiyê derdixînin û wiha hat gotin: "Em weke Ciwanên Şoreşger, lîstok û hesabên qirêj ên li ser me dibînin û ji bo ku em van teva vala derxin em ê ji tişta ku ji destê me bê zêdetir xwe tevlî şoreşê bikin û em ê di vê şoreşê de bi ser kevin. Ciwan hêza pêşeng a civakê ne, ji ber vê yekê divê ciwanên şorêşger di nava sîstema xweseriya demokratîk de bi rengekî çalak cîh bigirin û ji bo ku ev sîstem bê runîştandin pêşengî û têkoşîna pêwîst bikin."

YPG weke hêza rewa pejirandin

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku Ciwanên Şoreşger di warê ewlehiya civakê de parastina rewa esas digirin û di vê mijarê de weha hat gotin: "Em aşkere tînin ziman ku em ji bilî YPG'ê rê nadin tu hêzên çekdarî û em ê wekî Ciwanên Şoreşger li hemberî rewşeke wisa di asta herî jor de helwesteke tund nîşan bidin. Her ciwanekî Kurd ê ji Rojava dikare di nava YPG'ê de cîh bigire, lê hêzeke parastinê ya din nabe mijara gotinê jî."


Aleke nû hat destnîşankirin
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Ciwanên Şoreşger li hemberî nexweşiyên civakî bi rengekî çalak tevbigerin û li hemberî madeyên hişber, fuhuşê, şîdeta li dijî jinê ,sîxurî û hwd. bêdeng namînin û bi rengekî çalak têkoşîna pêwîst bidin.
Der barê peymanaya tevgerê jî hate gotin ku di kongreyê hevpeymaneke nû hatiye qebûlkirin, aleke nû hatiye pejirandin û navê tevgerê weke "Tevgerara Ciwanên Şoreşger(Ciwanên Şoreşger)'' hatiye guhertin.
Her wiha di mijarên siyasî, civakî, îdeolojîk, rêxistinî, jinên ciwan, xwendekar û hemû beşên ciwanan, ragihandin, çand, parastin û hwd. de biryarên girîng hatine girtin. Ji bo rêveberiyê jî 9 kes hatine hilbijartin. 

ANF/QAMİŞLO