Tevgera jinên Kurd got; “"Îro li Îranê pirsgirêka bingehîn a demokrasî, mafê mirov û azadiya gelan heye. Rejîma Îranê li şûna çareseriyê pêş bixe, di nav hewldanên çewisandinê de ye. Rejîm bi hemû şêwazên kirêt û hovane êrişî jin, ciwan civak û gelên hermê dike. Lê divê were zanîn ku girtin û darvekirin nikarin li pêşiya daxwazên rewa yên gelan bibin asteng. Eger reîjma Îranê her roj, ciwanên vî welatî bidarve jî bike û bi şêwazên cuda di girtîgehan de bikuje jî, ev yek wê rewşa niha rejîm di nav de ye baştir neke, wê pirsgirêk kûrtir bibin."
YJRK’ê destnîşan kir ku Rejîma Îranê li aliyekî bi taybetî şîdeta li ser jinan zêde dike, li girtîgehan jin û ciwanan dikuje û di heman demê de jî behsa demokrasî û erka jinan ya li xwedîderketina li welat dike. YJRK ev wekî siyaetek durû binavkir û got; “"Hemû êriş û şîdeta rojane li ser jinan dewam dike, xwekuştina bi sedan jinan, encama siyaset û yasayên nedomorkatîk yên rejîmê ne."
Di daxuyaniya YJRK’ê de weha jî behsa rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê de tê kirin; “"Li Kurdistanê jî ji ber van siyasetên rejîma Îranê, rojane bi dehan jin an tên kuştin, yan jî xwe dikujin û xwe di şewitînin. Li hember dorpêça navnetewî ya li ser xwe û nerazîbûnên hundir, Rejîma Îranê, bi mebesta xweparastinê vê siyaseta nemirovane dixe dewrê. Bi taybetî di qonaxa hilbijaritnê de rejîm dixwaze, desthilatiya xwe li ser jinan û hemû civakê ji nû ve ferz bike û wekî rewabûna xwe nîşan bide."

Tevgera jinên Rojhilatê Kurdistaê anî ziman ku ev kirinên dewletê ne tenê wê nikaribin li ber daxwazên jinan û gelên li Îranê, ev siyaset wê rejîmê têxin çalek kûrtir ku ew bi destê xwe dikole û destnîşan kir ku lewra divê rejîm, guhertinên li herêmê û behara gelan rast bixwîne û dersan jê derxe. YJRK’ê bang li hemû jinan kir ku di vê qonaxa dîrokî de, bi pêşxisitna serhildanê li hemû qadên civakê, dawî li siyaseta serkutkirin, înkar û pîlanger a li ser Kurdan bînin. YJRK’ê bi taybetî ji jin û ciwana nexwest ku bi neçûna ser sindoqên hilbijartinê, nerazîbûna xwe ya li hember zihniyeta mêrparêz ya Komara Îslamî ya Îranê nîşan bidin.

ANF/SINE