3’emîn Mihrîcana Zarokan bi tevlîbûna jinên Tevgera Kevana Zêrîn rengekî cuda li xwe dike û jinên beşdarî mihrîcanê bûn dibêjin, “rola jinên Kevana Zêrîn sereke bû û ji bo avakirina çanda zarokan bingeh bû, her wiha rengekî cuda da mihrîcanê.”
Li bajarokê Rimêlanê yê ser bi Girkê Legê, li navenda Aram Tîgran a TEV-Çandê 3’emîn Mihrîcana Zarokan a ku di bin sîwana Tevgera Jinên Kevana Zêrîn de tê lidarxistin, bi dirûşmeya “Werin em bi hev re zaroktiya xwe bijîn” di roja xwe ya dawiyê de bi coş didome. Mihrîcan bi beşdarbûna 47 komên zarokên Kurd, Ereb, Êzîdî yên ji hêrêma Cizîrê û Şengalê çêdibe. Mîhrîcanê 8 rojan dewam kir û îro bi dawî dibe. Zarok bi kêfxweşiyeke mezin û bi coş her roj bi tevlîbûna xwe Mihrîcanê zindî û zengîntir dikin.
‘Mihrîcan çanda kevnar zindî dike’
Endama Komîteya amadekar a Mihrîcanê Sûad Feqê diyar kir ku ev sê sal in ku Mihrîcana Zarokan tê li darxistin û wiha peyivî: “Ev sê sal in Mihrîcana Zarokan li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Armanca me ji lidarxistina van mihrîcanan ew e ku em kêfxweşiyê têxin dilê zarokan û li çanda xwe ya kevnar vegerînin û careke din zindî bikin. Ev 4 meh bûn ku me amadekariya mihrîcanê dikir. Her wiha berhemên ku wê bihatana pêşkêşkirin jî hatin nîqaşkirin. Niha jî wekî xuya dibe encam û berhemên pirr xweşik derketine holê.”
‘Kevana Zêrîn Mihrîcanê dixemilîne’
Sûad Feqê anî ziman ku tişta herî balkêş di mirhîcana îsal de ew e ku ji sedî 90´ê zarokên beşdarbûyî keç in û wiha pê de çû: “Zêdebûna komên xweser di mihrîcana îsal de û tevlîbûna wan a zêde, mohra xwe li mihrîcanê dixe. Bi taybetî rola jinên Kevana Zêrîn roleke sereke bû û ji bo avakirina çanda zarokan bingeh bû, her wiha rengekî cuda da mihrîcanê. Ev mihrîcan gaveke pirr baş e ji bo tevahiya zarokan ku berhemên xwe pêşkêş bikin, jixwe avakirina nifşekî nû jî bi hezkirina çanda xwe mezin dibe.”
Zaroka bi navê Evîn Ehmed jî hestên xwe yên kêfxweşiyê anîn ziman û got, “Ev mihrîcan pirr xweş bû, em fêrî gelek tiştên nû bûn û me sûd jî jê wergirt. Her cara ku mihrîcan çêdibe em bêhtir çanda xwe nas dikin û jê hez dikin. Hêviyên min hene ku wê tevahiya zarokan çanda xwe nas bikin û jê hez bikin.”
GIRKÊ LEGÊ