Serê sibeha 9’ê cotmehê, hêzên Amerîkî xwe ji nuqteyên li Serêkaniyê û Girêsipî vekişandin û seat li navber 3 û 5´an berêvara heman rojê, dewleta Tirk êriş anî ser rojavayê Kurdistanê. 9’ê cotmeha 1998’an di navbera seat 3 û 5´an de Rêber Apo ji Sûrî hat derxistin. Ev jî dîsa Komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo tîne ber çavan. Komplo dewam dike.
Em dibînin Rêveberiya Şamê jî parçeyekî vê kamployê ye. Di heman demê de ev rêveberî di rewşa îro ya Sûrî ketiyê de para wê mezin e. Di ser de jî radibe gelê Kurd gunehbar dike. Lê gelên Sûrî rastiyê dibînin û baş dizanin. Tevî vê yekê, ji bo ku pirsgirêk û aloziya heyî were çareserkirin, Rêveberiya Xweser her bang dike û dibêje, divê bi diyalogê çareseriyek bê dîtin, birîna gelên Sûriyê bê dermankirin û dawî li vê aloziyê were anîn. Lê gotineke pêşiyên me heye; dûva tajî 40 salî xistin qalib, dîsa jî rast nebû. Halê vê rêjîmê jî wiha ye. Hişmendiya wê nehatiye guhertin û ya ku dixuyê bi hêsanî nayê guhertin. Em vê yekê di tevgera wê û daxuyaniyên wê de dibînin.
Rêber Apo gelekî nirx dida dostaniyê û heta jê dihat xwedî lê derdiket. Dema Rêber li Şamê bû. Hewl dida bi rêveberiya Şamê re dostaniyê xweş bike û bi awayekî ji awayan hêdî hêdî rastiya gelê Kurd bi awayekî bi wan bide qebûlkirin. Bêguman rêveberiyê jî li gorî xwe dixwest ji Kurdan sûd werbigire, lê bi demê re jî ev dostanî nexasim bi malbata Esed re heta radeyekê pêş ket. Lê di nava rejîma Baasê de yên ji vê nerehet hebûn. Lewma jî dixwestin van têkiliyan xira bikin. Niha jî aliyên Baas yên ku dixwazin bi gelê kurd û rêveberiya xweser re lihevkirin û gihandina encamekê ji bo çareseriyê asteng bikin hene. Elî Memlûk yek ji rêveberê Baas û berpirsê istixbaratê ye (saziya Ewlehiya Milî) û ev kes bi vê rolê radibe. Dema dawî ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk were girtin di warê leşkerî de rêveberiya Şamê û hêzên QSDê li hev kirin. Li gorî vê hezên artêşa Sûriyê hatin ser sînor (deverên ku QSD’ê ji wan re diyar kiribûn) bi cih bûn. Elî Memlûk bi amadebûna aliyên Rûsî aliyekî vê lihevkirinê bû û wê demê ji fermandarên QSD’ê re gotibû; “Em ê tev de Sûriyê hemû ji van komên çete û dagirkeran paqij bikin”. Heman kesî ango Elî Memlûk, destpêka Kanûna 2019’an li Qamişlo li hola balafirxanê bi çend serekeşîrên Ereb re (yên bi destê serokê Istîxbaratê yê berê hatine avakirin) civiya. Ji wan xwest ku ew zarokên xwe ji nava QSD’ê derxin û tev li hêzên rêjîmê bikin. Ev hatina Elî Memlûk jî niyeta rêjîma Baas ya rastî dide diyarkirin. Tevî ku zarokên van kesên ku bi Memlûk re rûniştine di nava QSD’ê de tunene. Şêx û rûsipiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser vê civînê û van tevgerên Rêjîmê jî helwesta xwe nîşan dan û gotin; “Ev çend kesên rêjîmê li dora xwe kom kirine, temsîliyeta êşîrên herêmê nakin û wê nekin. Em ê li dora QSD’ê bin”.
Hevalbendê rêveberiya Şamê Rûs niha pir zêde ne bi van helwestan re ne. Ji ber ku ew dixwazin di çarçoveya lihevkirinan de xwe wer nîşan bidin ku destê wan di dagirkeriyê de nîne. Rûsan ji bo vê li Şehbayê xwestin bi çend kamyonan alîkarî bikin, lê xelkê Şehbayê ew qewitandin. 7’ê Kanûnê jî li Esediya gundewarên Reqqayê jî jineke ji gelê Ereb heman tişt ji Rûsan re got; “Em ard û perên we û xwarinê naxwazin, bila kesên ji cih û warê xwe koçber bûne vegerin. Yên girê spî bila vegerin girê sipî, yên Serê Kaniyê bila vegerin Serêkaniyê û yên Kobanê vegerin Kobanê. Em vê dixwazin.”