
Alî Oruç ê dema kadroyên pêşeng ên PKK’ê li herêmê xebat dimeşandin tevgera PKK’ê nas kir û di sala 1984’an de bi sedema PKK’yî ye 23 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma diyar kir ku di pêvajoya ku PKK ava bû kes nîn bû li gelê Kurd xwedî derkeve û wiha got, “Ji bo te gotiba ez Kurd im, diviyabû te pevçûna bi dewlet, malbat û civakê re daba ber çavên xwe.”
‘PKK’ê Kurdê azad afirand’
Oruç wiha dinirxîne: “Di wê demê de an wê mirov wek koleyan jiyabana an jî wê têkoşîn pêş xistibana. Dema têkoşîna Hîlwanê dest pê kir her kesî digot, ‘Nekin dê we bikujin’ lê belê piştî Hîlwanê yek kes bû hezar kes. PKK bi van armancan meşiya û bi ser ket. Li Siwêregê jî li hember Bûcakan bi heman rengî têkoşîn hat pêşxistin.”
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Mumîn Agcakaya jî ku di salên 1970’an de sempatînekî çepgir bû da xuyakirin ku heya Civîna Tuzluçayir a sala 1975’an bi awayekî birêkûpêk kesî der barê pirsgirêka Kurd de tu nîqaş nedikirin û got, min di sala 1975’an de Apocî nas kirin. Agcakaya wiha dewam kir, “Di vegerê de Serok hat. Hin hevalên min ên ji lîseyê jî hebûn. Em bi hev re çûn malê. Serok bi qasî 3 saetan der barê pirsgirêka Kurd, neteweyî û mêtinkariyê de axivî. Ji wan axaftinan ez pir bandor bûm.”
‘Wê mevanên min bên’
Mekiye Zogurlu ya şahidî ji yekemîn kongreya PKK’ê re kiriye û wê demê 14 salî bû diyar kir ku beriya kongreya birayê wê Seyfettîn hundirê malê boyax kiriye û dayika wan jêre gotiye, “Kurê min tu çima xênî boyax dikî?” Seyfettîn jî jêre gotiye, “Wê mevanên min bên ji ber wê.” Mekiye Zogurlu anî ziman ku piştî 15 rojan mêvan hatine û timî di odeyê de bûn, piştî du rojan jî ji malê veqetiyan e. “Me PKK ava kir û Serok hilbijart’ Mekiye Zogurlu anî ziman ku paşê birayê wê Seyfettîn pir kêm dihat malê û got, “Rojekê ji dayika min re got, ‘Tu zanî me li vê malê kongreya PKK’ê çêkir û Apo wek serok hilbijart. Di nav kesên ku hatin de Sakîne Cansiz jî hebû.”
HAYRÎ DEMÎR/BARIŞ KOYUN/DÎHA/AMED