
Konferans bi axaftina vekirinê ya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destpê kir. Hozat diyar kir ku gelê Kurd di sedsala dawî de bi dehan komkujî jiyane, lê komkujiya herî kûr di aliyê ziman û çandê de hatiye kirin û wiha axivî: "Zimanê dayikê û perwerde, bingeha têkoşîna me ye. Têkoşîna me ya çil salan û berdêlên mezin ên hatine dayîn, ji bo rawestandina qirkirina çand û ziman, qirkirina fîzîkî, îmha û înkarê ye. Li çar perçeyên Kurdistanê di nava sedsala dawî de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Bi milyonan hatin koçberkirin, bi dehezaran avêtin zindanan. Lê belê komkujiya herî mezin li ser çand û zimanê Kurdî hat meşandin. Mirov bi zimanê xwe mirov in. Tişta ku civakê dike civak, ziman e. Bêyî ziman behsa dîrok, exlqa, pergal, huner, wêje, civak, çand nayê kirin. Bi kongreyeke neteweyî re em dixwazin dawî li vê parçebûnê, dawî li konsepta desthilatdaran a bi komkujî, qirkirina çand û ziman encam girtiye, bîne."
Polîtikayên qirêj
Piştî axaftina vekirinê, di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ziman hatin xwendin. Dûre raporên komîteyê hatin xwendin û nirxandin. Li dû nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî, pergala perwerdeyê û rêziknameyê, hin rêzebiryar hatin sitendin. Di konferansê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, endama Koordînasyona KJB'ê Sozdar Avesta û endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Botan jî nirxandin kirin.
Her wiha axaftina girtinê jî ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn ve hat kirin. Tekîn rêveçûna konferansê serkeftî nirxand û wiha got: "Konferansa me, biryardariya avakirina neteweya demokratîk nîşan da." Tekîn da xuyakirin ku konferans di heman demê de bersiva li hemberî polîtîkayên komkujî û pişaftinê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin êdî li axa xwe bi awayekî azad bi zimanê xwe bijîn. Konferansa me ya 2’yemîn biryardarî û daxwaza vê yekê nîşan daye." Piştî axaftina girtinê ya Tekîn konferans bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. Konferans bi helbestên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hatin nivîsandin, bi dawî bû.
Encamnameya konferansê
* Di pêvajoya ku ji aliyê dewletên serdest û xakê Kurdistanê dagir kirine, vê dagirkeriyê ji xwe re rewa dibînin, bi tu awayî mafê herî xwezayî ku mafê bi zimanê dayikê perwerde dîtin û xwe îfade kirine înkar dikin, bangeşeya ‘yek ziman, yek netew û ol’ dikin de lidarxistina konferansa ziman û perwerfeyê bersivdayîna van bangeşeyane. Di gel xwendina perspektîfên Rêber Apo, rewşa siyasî, rêxistinî hat nirxandin; der barê destnîşankirina pergala perwerdeya neteweya demokratîk de jî gelek nîqaşên girîng hatin kirin û biryarên gelek girîng divê mijarê de hatin girtin.
* Di gihandina pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad de, felsefeya Rêber Apo derfetên berfireh li ber gelê Kurd û gelên heremê vekiriye. Bi taybetî pêvajoya ku Rêbertî di 21’ê adara 2013’an de daye destpêkirin asta têkoşînê gihandiye qonaxeke jor a ku ji hemû deman zêdetir nêzikî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bi taybetî di pêvajoyeke ku gelê me bi her awayî bi qirkirina çandî re rûbirû ye de lidarxistina konferanseke bi vî rengî di gihandina xwebûnê de gaveke watedar e. Bayê şoreşa ku ji rojavayê Kurdistanê rabûbû bi tevlibûn û ragihandina delegeyên mamoste û xebatkarên ziman ên ji wê derê kelecaneke cuda da konferansê. Pergala perwerdeyê ya ku di bin êrîşen giran de li Rojava hatiye sazkirin û qursên zimanê Kurdî ji bo avakirina Neteweya Demokratîk hêviyeke xurt, şênber bi beşdaran re çêkir.”
* Dewletên dagirker ên li Kurdistanê her çiqas ji her aliyî ve di nava alozî û qeyranan de bin jî dema mijar dibin zimanê Kurdî bi helwestên gelek dijwar di qedexeyên xwe de israr dikin. Lê gelê Kurd ê ku bi feraseta azadiyê bûne berxwedêr êdî ne li hêviya tu hêz û dewletan in ku mafên wan ê zimanê dayik bidin. Li her devera ku serî radikin ji bo avakirina pergala perwerdeya aidî xwe ya Neteweya Demokratîk pêngavan didin dest pê kirin. Yek ji van pêngavan jî di vê demê de boykot kirina dibistan, ango aşê pişaftinê ne. Ji aliyê konferansa me ve biryara boykotê bi rêz hat silav kirin. Di heman demê de asta biryardariya avakirina dibistanên zimanê dayikê jî derket holê. Bi armanca rê pişaftin û xwe pişaftinê girtinê bi feraseta ‘Her malek dibistaneke’ kar û xebatên ziman û perwerdeyê bi rêxistin kirin weke xala sereke hat destnîşan kirin. Di dîroka Kurdan de hêviya gel ji çand û zimanê wî hatiye şikandin. Lê îro em dinihêrin ku ji bexçeyên zarokan, heta zanîngehê gihîştiye asteke wisa ku dikare bi zimanê Kurdî û feraseta demokratîk perwerdeya xwe lidar bixe. Materyalên perwerdeyê yên ku hatine amadekirin, weke materyalên perwerdeya netewa demokratîk hatin pênase kirin û pejirandin.
* Rê û rêbazên perwerdeya aydî neteweya demokratîk a Kurd bi teknîkên zanistî ku hatine sazkirin û xebat li serê berdewam in ji delegasyonê re hatin parvekirin. Di gel ku pergal û rêbazên perwerdeya modernîteya demokratîk hat nîqaşkirin, yek ji xalên herî sereke ya vê konferansê jî; gelê Kurd li her deverê ku lê dijî wê ne tenê li mafê xwe yê ziman û perwerdeyê xwedî derkeve, di heman demê de wê zimanê tevahî gelên din, bi taybet zimanên ku ber bi helandin, pişaftinê ve diçin û gihîştine asta linavçûnê jî dê ji niha û pê ve xwedî derkeve. Çawa ku zimanê Kurdî ji nava zimanên mirî derxist û xiste nava zimanên zindî bi heman şêwazê dê ji niha û pê ve TZP Kurdistanî dê li zimanê tevahî gelan xwedî derkeve. Di vê mijarê de asta biryardariyê bi qasî ku li pêş bû, di vê mijarê de jî xwe giyan biryarên pir girîng. Ev biryar dê tenê çarenusa gelê Kurd na, çarenûsa gelên herêmê jî diyar bike.”
* Konferansa me bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Gulen yên di derbarê waneyên bijartî û dibistanên mina Artuklu û Alparslan yên ku bi armanca gelê me û civaka me ji cewherê Kurdîtiyê, ruhê berxwedan û serhildanê dûr dixe. Êdî bi zimanê Kurdî Kurdan qirdikin. Bi zimanê Kurdan dikin Tirk. Ev sazî û polîtîka weke sazî û dezgeyên gelê Kurd ji çanda Kurdî dûr dixin û xebatên sixurîyê pêş dixin nirxand. Li dijberî van sazî û dezgeyan biryara bilinkirina têkoşînê girt. Yek ji biryarên herî giring jî yê vê konferansê avakirina pergala perwerdeya modernîteya demokratîk bû. Çawa ku ji bo gelê Kurd avakirina pergaleke xweser li gorî taybetmendiyên herêman guncav dît; ji bo tevahî gelên ku li ser xakên Kurdistanê dijîn, bi sedan sale li gel gelê Kurd di nava biratiyê û wekheviyê de dijîn de jî xwedî biryar bû. Xwedî derketin û parastina zimanê tevahî netewên ku li xakên Kurdistanê dijîn weke rêgez pejirand. Di pergala perwerdê de bi qasî ku giringî da tevahî zaravayên Kurdî, ewqasî jî giringî da pêşxistin û zindî kirina zimanê netew û gelên di heman xakê de niştecîne. Konferansa me bang li gelê Kurd yên ku li her deverê dijîn kir da ku xwedî li nirx û rûmeta xwe ya neteweyî derkevin. Konferansa me bang li jin û ciwanan kir ku bi ruhekî fedaiyane xwedî li ziman, çand û mafên xwe yên perwerdeyê derkevin, ziman di tevahî qadên de jiyanî bikin, pêşentiya pêşxistin û peşve birina zimanê dayikê bikin.”
Sonda nijadperestiyê red bikin
Di konferansê de Şehît Viyan Amara, Şehît Baz û Şehît Azadî weke mamoste, şehîd û têkoşerên ziman û perwerdeyê pejirand û di kesayetiya wan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û asta biryardarî û şopdariya xwe li beramberî tevahî şehîdên şoreşê diyar kir. Konferans bi dirûşmeyên wekî “Bijî Reber Apo”, “Zimanê azad, Rêberê azad, Kurdistana azad”, “Bê Rêbertî jiyan nabe”, “Şehîd namirin” bi coşeke mezin û serketi derbas bû. Di dawiya encamnameyê de wiha hat gotin: “Li ser navê delegasyona konferansê di hefteya boykot û çalakiyên ziman û perwerdeyê de bang li tevahî gelê me, raya giştî ya demokrasîxwaz û gelên ku li ser axên Kurdistanê dijîn dikin, bi awayekî çalak û bi hêz tevlî biryara boykotê bibin û sonda Tirkan red bikin.”
ANF/BEHDÎNAN