Li gor ajansa Kurdpa, rêûresma bîranîna du kesayetiyên edebî û helbestkarên Kurd, Ebas Heqîqî û Mehmûd Nûrî, bi sedema rêgiritn ji aliyê Îtila’ata bajarê Bokanê ve, hate astengkirin.

Ev rêûresm bi alîkariya çalakvanên edebî û bi destûra Îdareya Çandî û Îrşadê, gerek roja 21’ê Çileyê li salona mezin a bajarê Bokanê pêk bihata. Nûçegîhaniya Kurdpa li Bokanê, tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragehandiye: “Di dawiya Meha derbazbûyî de, ji nivîskar û birêveberên vê komê re gotibûn ku hûn nikarin rêûresma salvegera bîranîna helbestvanên Kurd yên bi navê Heqîqî û Nûrî li dar bixin”.

Di dewama vê raporê de hatiye gotin ku, tevî astengên ku navendên ewlekariyê çêdikirin, çalakivanên bajarê Bokanê, ev rêûresim di avahiya Civata Edebî a wî bajarî ku pir biçok bû li dar xistin.

Roja 20’ê Çileya 2016’an, heftemîn saliya koça dawî a mamosta Mihemed Nûrî, naskirî bi “Etrî Gilûlanî” bû.

Di Kurdistana Îranê de, navendên Îtila’at û leşkerî yên ku deshilat hene, dikarin hemû biriyarên îdareyên dewletê, yek ji wan îdareya Çandî û Îrşadê berçav negirin. 


 BOKAN