
Çeteyên DAIŞ yên ji gelek milan ve êrîşê çeperên Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê kirin, derbeyên giran xwarin. Maşînek bombarkirî ya çeteyan hate rûxandin, yek hat desteser kirin. Termê 24 çeteyan ket destê şervanan û Operasyona Şervanan li herêmê didome.
Di çarçova Hamleya Xezaba Firatê operasyona herêma Tebqa di roja xwe ya 13’an de didome. Çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşan dixwazin dorpêça bajarê Tebqa û bendava Firatê ya ji sê milan ve bişkînin. Çete him ji navenda bajarê Tebqayê, him jî ji bakurê rojava û başûrê bajêr ji gelek aliyan ve êrîşan tînin ser çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). Di êrîşên ku ji pêr ve didomin de şervanên QSD’ê derbê giran li çeteyan dan.
Êrîşî du gundan kirin
Çetayan pêr di saetên sibê de ji çar aliyan ve êrîş anîn ser gundê Mişêrfa ku dikeve bakurê rojava Tebqa. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê bi tûndî bersiva çeteyan dan û şerên dijwar li herêmê qewimîn. Pêştî 3 seatan êrîşa çar alî ya çeteyan hate şikandin, çeteyan xwestin bi maşîneyên bombebarkirî êrîş bikin ku di vî çaxî de maşineyeke çetayan hat rûxandin. Di şerê li derdora gund qewîmî de du termê çeteyan, parzerek û gelek cebilxane ketin destê şervanan. Di şerê vir de du şervanên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê bi sivikayî bîrandar bûn.
Li derdora balafirgehê şerê dijwar
Di heman demê çeteyên DAIŞ’ê ji bo dorpêça li ser bajarê Tebqa bişkînin êrîşên pirr alî anîn ser gundê Icêl Şerqî û balafirgeha leşkerî ya Tebqa. Li derdora balafirgehê û li gundê Icêl Şerqî şerê dijwar rûdan. Şerên ji pêr sibehê ve dest pê kir heta derengê şevê dewam kir. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi maşinên bombarkirî êrîşî çeperên şervanên QSD bikin. Li vir maşinekî bombarkirî hate rûxandin, du maşinên bombebakirî jî şofêrê wan hatin bêbandor kirin û desteserkirin.
Li pey xwe kuştî hiştin
Di şerê li gundê Mişêrfa, Icêl û balafirgeha Tebqa de çeteyan piştî êrîşê wan hatin şikandin, 11 êrîşê xwekujiyê pêk anîn. Her 11 xwekuj berî bigêhêjin çeperan hatin kuştin. Di şerê heta sibê dom kir de, bi dehan çete hatin kuştin û ser çeteyên binavê Ebû Zubêr jî dinav de 24 termê çeteyan bi çekên xwe ketin destên şervanên QSD’ê. Di encam şer de maşinek zirxî bi modela Akrep û panzerek hate desteserkirin.
Piştî êrîşên 24 seatan didomin hatin şikandin, şervanên odeya çalakiya ya Xezaba Firatê dest bi lêgerîna herêmê û pakijkirina bermahiyên çeteyan kirin.
Hate zanîn şervanek QSD’ê divî şerî de şehîd bûye.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendavê didome.
Reqayî warê xwe azad dikin
Fermandarê Tugaya QSD’ê ya bi navê Şehîd Teslîm Cimo, Ebûd El-Hafiz diyar kir ku ciwanên hemû êlên Reqayê di operasyona rizgarkirina Tebqa de cih digrin û got: “Em ê di demeke kurt de agahiya rizgarkirinê parve bikin”.
Fermandarê Tugaya Şehîd Teslîm Cimo, Ebûd El-Hafiz da zanîn ku tugaya wan bi 300 şervanên ji eşîreyên Hilêsat, Icêl, Bûwilda, Bûesaf, Bûcabir û hwd ên herêma Firatê tevlî operasyona rizgarkirina bajar û bendava Tebqayê bûne.
Ebûd El-Hafiz da zanîn ku tugaya wan beriya vê tevlî gelek operasyonên QSD’ê yên li Minbic û Reqayê bûye û wiha dom kir: “Di van 9 rojên derbasbûyî de, em li aliyê bendava Firatê bûn û heya niha jî hêzeke mezin a şervanên me li wî aliyî şerê çeteyan dikin. Me beşek ji hêza xwe jî tevlî baskê li başûrê çemê Firatê kiriye.”
El-Hafiz destnîşan kir ku ew agahiyan ji hundirê bajarê Reqqa û Tebqayê digire û got: “Li gorî agahiyan, niha çeteyên DAIŞ’ê ji Reqayê direvin. Her wiha tê gotin ku hijmara çeteyên li bajarê Tebqayê mane jî pir kêm e. Ji xwe çeteyên biyanî ku navê Muhaciran li wan tê kirin, reviyan e. Çeteyên mane ji şêniyên Reqayê yên ku hatine xapandinin. Lê niha ji ber çete dizanin Bendava Firatê pir hesas e, lewra herî zêde xwe li wir kom kirine.”
Fermandarê QSD’ê Ebûd El-Hafiz ji şêniyên Tebqa û Reqqayê re got: “Hemû sivîlên bixwazin xwe rizgar bikin bila berê xwe bidin hêzên me. Çeteyên hatine xapandin û bixwazin xwe teslîm bikin jî bila werin. Em ê saxlemiya wan misoger bikin.”
REQA