Tevî ku Şaredar û bi dehan endamên meclîsa şaredariya Şirnexê hatin girtin jî şaredarî ji bo xizmeteke hîn baştir hejmara wesayîtên xwe zêde dike. Şaredariya ku wesayîteke sergoyê kirî, daxuyand ku di nava mehekê de grayderek, kamyoneke bi tamper, wesayîteke kuka û dozerek kiriye. Şaredariya Şirnexê ku ji bo projeyên dane destpêkirin bidawî bide bê navber xebat dimeşîne anî ziman ku sala 2012'an ji bo wan dê bibe sala xizmetan. Cîgirê şaredar Faîk Saltan diyar kir ku ji bo xizmete hîn baştir wan hejmara wesayîtên xwe zêde kirine û got; "Em bi şîara Şirnexeke hê paqijtir ketin rê. Bi her wesayîteke nû re em ê bajareke hê paqijtir pêk bînin. Hemû tiştên me ji bo Şirnexê ye." Saltan ji ber piştgiriyê spasiyên xwe pêşkêşî dikandaran re kir û wiha axivî: "Ji ber me ew tengezar kirin jî em lêborîna xwe ji dikandaran dixwazin. Ji bo di demeke kurt de ev xebat bimeşin em ê heta 15'ê Adarê bixebitin. Dema ku projeyên me jî bidawî bûn Şirnex dê gaveke din wêdetir biçe."
Saltan diyar kir ku otogar êdî bûye birîna Şirnexê û wiha axivî: "Xebatên otogarê ber bi dawî ve diçin. Di nava 2 hefteyan de dê bikeve meriyetê. Tevî vê yekê xebatên riyên kolanan didomin. Li gelek riyan jî ew ê asfalt bê rijandin. Gelê me bi awayeke mafdar bertek nîşan didin. Lê ez ji vê derê dixwazim mizginiyê bidim gelê xwe xizmetên me hatin lezgînkirin. Em asfaltê dirijînin ser riya nexweşxanê. Tengasiyên gelê me dê bidawî bibin."
'Em ê nêrînên gel bigirin'
Saltan bibîr xist ku şaredarî yên gel in û wiha pê de çû: "Em ê bi gelê xwe, ciwan û xwendevanên xwe re civînan pêk bînin. Nêrîna gelê me ji bo me gelekî girîng e. Di çarçoveya kêmasiyên ew bînin ser ziman de em ê lêhûrbûnekê bijîn û gavan biavêjin."
DÎHA/ŞIRNEX