Berdevkê Çapemeniyê yê vî tîmî Firat Polat da xuyakirin, ku cara yekemîn e tîma wan ewçend zehmetiyan dikişîne û got, "Tîma me demeke dirêj e di Kreîslîga de têdikoş e. Û cara yekemîn e ji bo mayîna li lîgê têkoşiya. Tîma me di vê sezonê de nikarîbû lîstik û performansa jê dihat xwestin nîşan bide. Lê tevî vê yekê jî di rêza 14. de sezon qedand û ji ber mayîna li nava lîgê em kêfxweş in."

Polat diyar kir, ew bi şiyara şampiyoniyê xwe ji bo sezona pêş amade dikin û got, "Bi rêveberiya xwe ya nû re em karekî kolektîf dimeşînin. Bi taybetî me dest bi diyarkirina endamên xwe yên klûbê û sponsoran kriin. Ji ber ku li herêma em lê ne ciwanên me gelek in, em dixwazin tîma A û tîmeke ciwanan ava bikin. Bi vî rengî em ê ciwanan tevlî sporê bikin. “ 


 WUPPERTAL