Li Hewlêrê êrîşên li ser avahiyên Partiya Demokrata Kurdistan û Yekîtiya Nîştîmanên Kurdistanê berpirsên bilind yên her du partî jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn. Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên miriyê de endamên Polîtburoyên PDK Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê Serokê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polêsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên partî jiyana xwe ji dest dabûn. Serokê Parlementoya Kurdistanê wê demê Roj Nûrî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Êrîş li hemberê yekîtiyên Kurdan li dijî federasyon û demokrasiyê pêkhatiye.
Hikûmeta Federal jî komkujî şermezar kir
Li aliyê din Hikûmeta Herêma Kudistanê jî bi heman armancê komkujiya 1ê sibatê şermezar kir. Hikûmetê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Bi minasebeta 9 saliya karesata 1ê sibatê a sala 2004ê ku, hijmareke ber biçav a serkirde, berprisên siyasî û îdarî û hevwelatiyên herêma Kurdistanê tê de şehîd û birîdar bûn, hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêz û hurmet ve şehîdên wê karesatê bibîrtîne û yada wan pîroz radigire. Bi vê minasebetê careke din em tekîdê li ser helwestê hikûmeta herêma Kudistanê yê di warê îdanekirin û şermezarkirina teror û terorîstan dikin û hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser berhingarbûna teror û terorîstan berdewam be."
DÎHA/HEWLER